ŞIRNEX – Li taxa Yasef a navçeya Cîzreyê ya Şirnexê, Ciwanên Welatparêz ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Rojava daketin kolanan. Li ber deriyên taxê barîkat danîn û gule reşandin, rê nedan polîsan bikevin hundir. Di navbera polîsên ku hewl dan bikevin taxê de pevçûnên demkurt qewimîn.
Çalakiyên ciwanan dewam dikin.



