NAVENDA NÛÇEYAN – Li Qamîşloyê du teqîn çêbûn. Teqînek li ber Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd çêbû.
Li gorî agahiyan, du teqîn li Qamîşloyê çêbûn. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku motorsîkletek bombebarkirî li ber Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a li Qamîşloyê hatiye teqandin.
Di heman demê de, xala kontrolê ya Hawîceyê ji aliyê balafirên bêmirov (SİHA) ve hatiye bombebaran kirin.
Hêzên ewlehiyê derbarê teqînan de daxuyaniyek dan.
Hêzên ewlehiyê ragihandin ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê, çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikûmeta demkî du caran bi balafirên bêmirov ên çekdarî taxa Meyselûn û herêma Sînayê bombebaran kirine.
Her wiha ewlehiyê diyar kir ku motorsîkletek bombebarkirî li nêzî Nexweşxaneya Çav û Dil hatiye teqandin.
Wekî din, hat ragihandin ku di teqînan de tenê ziyana madî çêbûye.



