STENBOL – Li navçeya Esenyurt a Stenbolê, ciwanên welatparêz ji bo protestokirina êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava daketin kolanan. Ciwanan li gelek deverên navçeyê rêyan girtin û bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan meşiyan.



