NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hezaran ciwan li Silêmaniyê ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Rojava dadikevin kolanan.
Di xwepêşandanê de ku dirûşmeyên piştgiriya Rojava hatin qîrkirin, bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku tevlî seferberiya li Rojava bibin.



