NAVENDA NÛÇEYAN- Koma yekem a ciwanên Başûrê Kurdistanê yên li ser banga seferberiya giştî berê xwe dan Rojava, gihiştin xaka Rojavayê Kurdistanê. Ciwan ji Dergeha Sînor a Sêmalka derbasî xaka Rojava bûn.
Ciwanên hatine Rojava li ser banga seferberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê fermandariya QSD’ê hatine, da cihê xwe di parastina destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bigirin.



