GIRKÊ LEGÊ – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz li Girkê Legê ji bo xwedî derketina li berxwedan û şehîdên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên hikûmeta Şamê daxuyaniyekî dan. Bi dehan xwendekar ji bo daxuyanî li pêşiya Fakulteya Endezyariya Petrol û Petrokîmiya ya girêdayî Zanîngeha Rojava kom bûn.
Piştî deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê, daxuyanî hat xwendin. Xwendekar komkûjiya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê şermezar kirin û diyar kirin ku tekoşîna ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hat meşandin wê ji wan re bibe şopa azadiyê û serkeftinê. Di dawî de slogana “Şehîd Namirin” hat berz kirin.



