NAVENDA NÛÇEYAN- YRK’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê bi navê Serdar Xoresan (Secad Seîdî) ragihand.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Hevrêyê me Serdar Xoresan di 14’ê Tîrmeha 2024’an de di encama êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a qirker de li herêma Pênciwên şehîd bû.
Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê xwe û tevayî welatparêzen Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ji bo bicihanîna xewn û xeyalên şehîdên xwe emê têkoşîna xwe hîn xurtir bikin. Li ser vî bingehî em bi rêzdarî hevrê Serdar Xoresan bibîr tînin û em soza bicihanîna armancên hevrêyê xwe dubare dikin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne;
Nasnav: Serdar Xoresan
Nav û paşnav: Secad Seîdî
Dayik-Bav: Semîre Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Xorasan
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tîrmeh 2024- Pênciwên”



