ŞENGAL- Îro li ber medreseya sor a navenda bajêr a Şengalê, Jinên Ezidî û Jinên Ciwan bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek di derbarê rewşa şer a li Helebê ji raya giştî re ragihandin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Dîplomasiya Jin a Şengalê, Suham Şengalî ve hat xwendin, di serî de hemû Şehîdên Helebê di şexsê Şehîd Denîz, Ziyad, Feraşîn, Gerîla, Leyla, Malik, Dilbirîn, Rojbîn, Hawar û Brûsk bi bîr anîn û diyar kirin ku bi mînetdarî bejna xwe li beramberî bîranînên wana de, ditewînin. Hat eşkere kirin ku êrîşên ku niha pêk tên bi serkêşiya Dewleta Tirk ve tên kirin û di heman demê de qala 1200 malbatên Êzidiyên ku li her dû taxan de jiyan dikin hate kirin.
“Li gorî raporên UN û rêxistinên mafê mirovan, di komkûjiya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, nêzî 120 hezar mirov bi darê zorê ji cih û warên xwe koçber bûne. Zêdetirî 500 mirov jî winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Tê zanîn zêdetirî 300 mirov jî hatine kuştin, di nav de malbatên ku bi komî hatine kuştin jî hene. 1200 malbatên Êzidî li van herdu taxan jiyan dikirin, piraniya wan bi darê zorê, sala 2018 ji Efrînê koçber bûbûn. Li gorî agahiyan di vê êrîşê de bi sedan malbatên Êzidî koçber bûne, bi sedan jî li herdû taxan mane. Çarenûsa 1200 malbatan ne diyare û peywendî bi wan re qûtbûye.”
Di daxuyaniyê de, bi awayekî zelal hat nirxandin ku Fermana ku di sala 2014an de li Şengalê pêk hat, li Helebê tê dûbare kirin û metirsiyên wê heya niha jî berdewam in. Wekî tevgera Jinên Ezidî, Jin û Jinên Ciwan diyar kirin ku kiryarên ku pêk tên, sûcên qirkirinê ne û bang dikin ku ev kiryar pêwîst e mîna fermanekê bê pênase kirin.



