MÊRSÎN – Ciwanên Welatparêz li Mersînê li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Heleb û Rojava daketin kolanan û li gelek deverên bajêr xwepêşandan li dar xistin. Nerazîbûnên ku bi rojan e berdewam dikin, roj bi roj berfireh dibin û mezin dibin.
Di dema xwepêşandanên xwe de li deverên cuda yên bajêr, ciwanan bi polîsan re bi teqemeniyên destçêkirî, Molotov û fîşekên hewayî re pevçûnên dijwar kirin.



