NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyek nû ya sîber li ser binesaziya înternetê ya dagirker û kujeran
Koma hackerên Kurd 4RT3S çalakiyek nû ya sîber li dijî binesaziya înternetê ya Telecoma Tirk ya li deverên ku ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, pêk anî.
Koma hackerên Kurd 4RT3S dîmenê xwe ya nû bi navê “BEŞA 2” a çalakiya xwe ya sîber a berdewam parve kir.
Daxuyanî û vîdyoya yekem a koma hackerên Kurd 4RT3S:
Binesaziya înternetê li deverên ku di bin kontrola rêveberiya Şamê de ne, yek bi yek ji aliyê komeke hackerên Kurd ve tê hedefgirtin.
Koma hackerên 4RT3S her wiha hin antenên satelîtê yên belavkirina înternetê li Sûriyeyê hack kirin. 4RT3S vîdyoyek nû parve kir ku kêliyên ku wan anten hack kirine nîşan dide.



