NAVENDA NÛÇEYAN- Di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de ku 19 rojan 2 hezar û 615 xwepêşandêr hatin qetilkirin, 2 hezar û 45 xwepêşandêr birîndar bûn û 18 hezar û 470 kes hatin binçavkirin, nasnameya 13 Kurdên hatin qetilkirin ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan HRANA’yê ve hate eşkerekirin.
Li gor agahiyên ku HRANA’yê li ser qetilkirina wan 11 Kurdan belavkirine wihaye;
Roja 8’ê Kanûnê xwepêşanderek Kurd bi navê Keywan Rezayî xelkê parêzgeha Kirmaşan di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.
Xwepêşanderek Kurd bi navê Poya Rustemî xelkê gundê Kulam li parêzgeha Îlamê di encama gulebarana hêzên rejîmê ya li ser xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da.
Di heman rojê de du welatiyên din yên Kurd yên bi navên Erdeşêr Zarî (40) bavê sê zarokan û xelkê bajarê Dalaho û runiştvanê bajarê Kerec, her wiha Mihemed Seîdî xelkê Serpêla Zehaw a ser bi parêzgeha Kirmaşan û runiştvanê bajarê Sawe di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane.
Roja 8’ê Kanûnê welatiyê bi navê Siyaweş Şêrzad xelkê bajarê Bokan ku li Tehranê dima, di encama gulebarana hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da.
Roja 9’ê Kanûnê li bajarê Kerec di dema xwepêşandanan de welatiyê Kurd yê binavê Mîlad Hisênî xelkê gundê Zerde ya ser bi navçeya Dalaho a ser bi parêzgeha Kirmaşan di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Li Tehranê jî di dema xwepêşandanan de welatiyek Kurd bi navê Irfan Elîzade (24) xelkê Lomarî ya ser bi bajaroka Sîrwan a girêdayî parêzgeha Îlamê ye, ji ber gulebarana hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê Kurd yê bi navê Elî Ebas (18) xelkê Gîlan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li Tehranê dema ku li ser karê xwe bû, ji ber gulebarana hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.
Li parêzgeha Esfehanê di dema xwepêşandanan de welatiyek Kurd bi navê Hisên Şêrkol xelkê Zerînawa ya ser bi navçeya Dêhloran a girêdayî Îlamê di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Li Tehranê welatiyek Kurd bi navê Diyar Purçerîq (32) xelkê bajarê Selmas di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin.
Ciwanê Kurd yê bi navê Rêbîn Muradî (17) xelkê bajarê Selas Babacanî ku li Tehranê dijiya, di dema xwepêşandanan de hat qetilkirin.
Dr. Mihemed Resul Merdux (45) xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin, piştî çend saetan hat qetilkirin.
Xwendekarê Zanîngeha Mîsîna ya Îtalyayê, Yasîn Mîrzayî li parêzgeha Kirmaşan di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.



