RIHA – Li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xelkê Pirsûsê ber bi sînorê Kobanê ve dest bi meşê kir.
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê bi dirûşmeya “Gelê Rojava ne bi tenê ye” ji navçeya Pirsûsê (Suruç) ber bi sînorê Kobanî ve dimeşe. Gelek kes beşdarî meşê bûn, di nav wan de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayındır û Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Ayşegul Dogan jî hene.



