WAN – Ciwanên Welatparêz li Wanê ji bo protestokirina êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin kolanan.
Ciwanên Welatparêz çalakiyên xwe bi pêxistina agir li kolanan, astengkirina trafîkê, qîrîna dirûşmeyan û pêxistina fîşekên hewayî pêk anîn.



