MARSÎLYA – Li Marsîlyaya Fransayê, bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê (CKF) ji bo protestokirina komkujiyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê li dijî gelê Kurd hatine kirin, xwepêşandanek hate lidarxistin. Beşdariya zêde ya jin û ciwanan bi taybetî balkişan.



