QAMİŞLO – Îro, Komîteya Çanda Zarokan a Jinên Ciwan li komina Şehid Şahin ê navçeya Çırnikê ya li Qamışloyê çalakiyek hunerî li dar xist. Di çalakiyê de, zarokan strana “Berxwedan Jiyan e” gotin.
Her wiha zarokan nivîsên li ser komkujî û êrîşên nemirovane yên ku çeteyan, bi taybetî li dijî zarokan, li taxên Şêx Maksud û Eşrefiyeyê pêk anîne nivîsandin û xwendin. Di tevahiya çalakiyê de, peyamên zarokan armanc dikirin ku li ser êrîşan hişyariyê bidin.
Bi stran û xwendinên xwe, zarokan berxwedana gelê Şêx Maksud û Eşrefiye silav kirin û peyama ku berxwedan li her derê û di her şert û mercî de berdewam dike, dan.



