MUNSTER – Li gelek navendên Ewropayê, ciwanên Kurd li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bênavber çalakiyên xwe didomînin.
Li MUnsterê, bajarekî li eyaleta NRW (North Rhine-Westphalia) ya Almanya, Kurd, bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger , ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê bi meş û mîtîngekê li hev civiyan.
Bi sedan Kurd beşdarî çalakiya ku saet 8:00 êvarê li ber Îstasyona Trenê ya Navendî li ser banga ciwanên TCŞê hate lidarxistin bûn.
NC // Cîger Goyî



