ÊLIH – Li Êlihê, Ciwanên Welatparêz ji bo protestokirina êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin kolanan. Dema ku ciwanan bersiva êrîşên polîsan dan, xwepêşandan veguherî pevçûnan.
Xwepêşandanên ku ji aliyê ciwanan ve hat li dar xistin, ji aliyê welatiyên welatparêz ên ji her temenî, ji 7 heta 70 salî, ve hatin piştgirîkirin, ku ji pencere û balkonên xwe deng derdixistin û li tencere û tavan dixistin.
Xwepêşandan li kolanan mezin dibin û berdewam dikin.



