RIHA- Li Rihayê, endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Dem, êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê protesto kirin. Meş ji taxa Dîreklî ya Rihayê dest pê kir û li meydana Silêmaniyê bi dawî bû.
Di meşê de, ciwanan banga hevgirtinê kirin û gotin, “Çawa ku me ji bo Kobaniyê rabû ser piyan, em ê bi heman ruhî ji bo Şêx Meqsûdê rabin ser piyan û em bang li her kesî dikin ku ji her kolan û her bajarê Kurdistanê ji bo Rojava rabin ser piyan.”



