NAVENDA NÛÇEYAN- Li Edene û Mersînê, ciwan daketin kolanan û êrîşên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin. Bi meş, dirûşme û agirên ku pêxistin, ciwanan piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşan dan.



