WAN – Li taxa Yalim Erez a navçeya Îpekyolu ya Wanê, ciwanên welatparêz li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwepêşandanek li dar xistin. Ciwanên welatparêz bi fîşekên hewayî, grafît û dirûşmeyan êrîşên li ser Helebê protesto kirin.



