Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

KCK: Êriş Çareseriyeke Maqûl Sabote Dike

Edîtor: Nucan Serdoz
08/01/2026 - 13:10
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Ji Bo Bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê Divê Hêzên Siyasî Hemû Hewl Bidin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê weke “Hewldana sabotekirina çareseriyeke maqûl” pênase kir û berxwedana li Helebê silav kir.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Çend roj in bi çekên giran êriş li taxên Kurdan ên li Helebê têne kirin. HTŞ a ku Şam bi dest xist, êrişê dibe ser her bawerî û gelên ku weke wê nafikire. Çeteyên di bin sîwana hikumeta veguhêz a Şamê de ne ku destpêkê êrişî Elewiyan piştre jî êrişî Durziyan kirin, niha jî êrişî Kurdan dikin. Ev rastî radixe pêş çavan ku hêzên Şam xistine destê xwe dijminê gel û civakê ne. Desthilatdariya Baasê hilweşiya, niha jî Baas a bi rî weke kabûsekê bi ser Sûriyeyê ve hatiye.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qadên bicihbûnê yê Kurdan e ku zêdeyî sed sal in Kurd lê ne. Piştî ku şerê navxweyî li Sûriyeyê destpê kir, taxa Şêxmeqsûd hem li dijî desthilatdariya Baasê hem jî li hemberî çeteyên di bin sîwana HTŞ’ê de cih digirin ên ku îro dixwazin Helebê bi dest bixin, weke jin, zarok, extiyar bi temamiya civakê li ber xwe da. Gelê Kurd ê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 15 sal in bi rêbaza Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe dide. Rastiya gel ku par li Tişrînê bi hêzên xweparastinê li ber xwe da, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 15 sal in berxwedaneke mînak nîşan dide. Li van taxan hewl tê dayin ku nasname û çanda Kurd bêne parastin. Ji bo bibe parçeyek ji Sûriyeya demokratîk li ber xwe dide.

Êrişên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hem êrişên dijminê demokrasiyê ne, hem jî ji bo xalîkirina van taxan ji Kurdbûnê ye. Serwerên Şamê yên bi serkêşiya Ahmet Şara, xwedî ferasetek welê ne ku nikarin xwe li hebûna baawerî û gelên cuda rabigirin. Tê xwestin ku netewe dewleteke ji yek bawerî, yek çand, yek ziman û yek netewe li ser bingeha qirkirina nasnameyên cuda bê avakirin ku ev yek di sedsalên 19 û 20’emîn de hatin dîtin. Ji ber vê yekê jî êrişî wan gelan dike ku dixwaze Sûriyeyeke demokratîk a xwe dispêre neteweya demokratîk ava bike.

Ev nêzîkatî dewama desthilatdariya Baasê ye. Eger Ahmet Şara û hikumeta Şamê ya veguhêz dixwaze bibe desthilatdariyeke rewa û dixwaze yekîtiya Sûriyeyê pêk bîne, divê dest ji nêzîkatiyên bi vî rengî berde, bi gelê Kurd û gelên din re polîtîkayeke welê bimeşîne ku yekîtiya Sûriyeyê ava bike. Hîn di vê mijarê de zêde dereng nebûye. Dema ku bê dîtin ku li Sûriyeyê Kurd timî di nava diyalogê de ne û hîn di demeke nêz de diyalogan dewam kirin, êrişên bi vî rengî hewldaneke sabotekirina çareseriyeke maqûl û pêvajoya diyalogê ye.

Çeteyên ku niha li Helebê êrişî Kurdan dikin ew komên faşîst in ku beriya bi demeke kurt ji aliyê Îngilistanê ve li lîsteya rêxistinên terorîst hatin bicihkirin. Ev ew hêz in ku bi HTŞ’ê re Şam bi dest xistin. Di nava van hêzên êrişkar de hin komên cuda hene ku hîn jî dixwazin karakterê xwe yê faşîst biparêzin û li Sûriyeyê bi bandor bibin. Ahmet Şara hem ji aliyê van ve hem jî ji aliyê hêzên cuda ve dîl hatiey girtin. Yan jî Ahmet Şara xwe bi vî rengî nîşan dide û piştgiriyê ji hêzên cuda werdigire. Çeteyên ku niha êrişî Helebê dikin ew çeteyên xwedî heman mejiyê DAÎŞ’ê ne ku weke Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ve têne nîşandan û ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerde û biçekkirin. Organên weşanê yên desthilatdariya li Tirkiyeyê van êrişan diparêzin û hewl didin berdevkiya çeteyan bike. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk li pişt van êrişan e. Ji xwe nûçegihanên ji Helebê nûçe derbas dikin dibWêjin çeteyên êriş dikin piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, di demekê de ku li Tirkiyeyê Rêber Apo bersiv da banga Devlet Bahçelî û bi înîsiyatîfê pêvajo da destpêkirin, me bang li dewleta Tirk kir ku piştgiriyê bide Kurdên li Sûriyeyê û xwedî li wan derkeve. Ji ber ku ev Kurd xizmê Kurdên li Tirkiyeyê ne. Bi gotina, çawa ku Tirkiye xwedî li Tirkmenan derdikeve divê li Kurdan jî xwedî derkeve me xwest ku li Sûriyeyê bi roleke erênî rabe. Eger Tirkiye dixwaze li ser bingeha xwişk û biratiya Kurd-Tirkan sedsaleke nû ava bike, ya ku divê bike ev e û em vê banga xwe dubare dikin.

Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi feraseta şerê gel ê şoreşgerî 15 sal in bi jin, zarok, extiyar, weke tevahiya gel li ber xwe dide. Îro jî bi jin, extiyar û zarokan weke tevahiya civakê bi feraseta Şerê Gel ê Şoreşgerî divê li ber xwe bide. Divê mînakeke mezin a kevneşopiya berxwedanê ya 15 sal in dewam dike, nîşan bide. Gelê me li hemberî êrişa bê Kurd hiştina Helebê û tevahiya Sûriyeyê divê bi jin, zarok, extiyarên xwe, weke tevahiya civakê li her devera lê ye bimîne û li dijî êrişên çeteyan li ber xwe bide.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê bi kevneşopiya berxwedanê ya 15 salan li ber xwe bide, em berxwedana wan silav dikin û bawer dikin ku berxwedana wan wê bi serketinê tacîdar bibe.

Em bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdisanê û derveyî welat dikin ku xwedî li berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derkeve.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Xwepêşandanên li Îranê di roja 12an de: 34 Xwepêşander Hat Qetilkirin, Di Nav Wan De 5 Zarok Hene

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Xwedekaran li Qamişlo ji bo Gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Meşiyan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Xwedekaran li Qamişlo ji bo Gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Meşiyan

Yekîtiya Xwedekaran li Qamişlo ji bo Gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Meşiyan

Ciwanan Li Enqerê Berxwedana Li Rojhilat û Rojava Silav Kirin

Ciwanan Li Enqerê Berxwedana Li Rojhilat û Rojava Silav Kirin

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.