NAVENDA NÛÇEYAN- Xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, dewam dikin. Tevî ku rejîma Îranê bi tundîtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
HÊZÊN REJÎMÊ ÊRÎŞÊ XWEPÊŞANDANAN DIKIN
Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 12’emîn a xwepêşandanan de jî hêzên rejîmê bi şêwazek tUnd êrîşê xwepêşandanan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ew ê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.
ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ BERFIREH DIBIN
Xwepêşandana gelên Îranê li 348 navçe, 111 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandanan bûne.
Li gor agahiyan li hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajar hatine derxistin, dikan û cihên giştî girtîne.
BÊHTIRÎ 2 HEZAR BINÇAVKIRIN
Li aliyê din li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê, di 12 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin, herî kêm 34 xwepêşander hatine qetilkirin ku 5 ji wan zarok in û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne.
Hêzên rejîma Îranê bi darê zorê bêy amadebûna parêzeran, îfadeyên xwepêşanderên hatine binçavkirin digirin û li ser medyaya fermî ya Îranê diweşînin.



