ROJAVA – Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo erişên ser Şexmeksud û Eşrefiye daxûyanîyek nîviski belav kirin.
Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Surî wiha ye:
Ji Gel û Ciwanên Me yê Azad re
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Surî êrîşên çeteyên hikumeta veguhêz li ser gelê me şermezar dikin. Heman demê em bang li ciwan û gelê me yê bi rûmet dikin:
Ciwanên ku dîrok bi îradeyê xwe dixwînin û bi baweriya xwe tekoşîn dikin!
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a Surî îro bi navê her ciwanekî azad, têkoşer û rûmet bangewazî dikin. Werin bi berxwadaniya sekna gelê me yê ku bi salan xwe derxistiyê pêş tevlê têkoşîna aşîtiye ya girîng bibin û bi bawerî piştgirî bidin gelê me yê Şêx Meqsud û Eşrefiyê. Em bang dikin ku hemu ciwan û gel di bin parastina rewa de xwe biparêzin.
Parastina maf û jiyan, silogana me ye, lê di serî de ev berpirsiyartiyekî mirovahî û wîjdaniye . Parastina me parastina rûmetê ye, parastina aşitî ya rast e, parastina azadî û jiyana bi şeref e.
Em, wek Ciwanên Şoreşger, bang dikin. Rûmet û şeref ne tenê peyv in, jiyana bi rumete. Her ciwan divê bi berpirsyartî li beramber nirxên şoreşê ya ku Rêbertiya me , şehîdên me û gelê me ava kirine xwedî derkeve. Em daxwazê jiyana bi ewle û bi rûmet ji bo hemû mirovan dikin. Em daxwazê hevjiyana gelan a azad, hevî û mirovahî dikin.
Bi silav û rêzên xwe ji bo berxwedaniya gelê me ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rê dikin.
Sekna we ya bi hêz bi salan li beramber dijminên hov dibe bersiv û em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê guh nede êrîşên şerê taybet.
Têkoşîna we ya bê hempa, berxwedaniya we ya bi salan li dijî kesên dijbertiya aşîtiyê dikin nîşan dide. Îradeya gelê me qet nayê şikandin. Em bi dil û can li gel we ne, û di bin parastina rewa de piştgiraya xwe ji bo we îlan dikin. Bila berxwedana me berxwedana jiyanê be, ne teslîmbuna ji dagirkeriyê re be. Bila berxwedana me berxwedana rûmet û azadî be. Em wek ciwan û gel, dest bi dest ji bo azadî, ji bo rûmet, ji bo aşitî û ji bo pêşerojekî bi rûmet têkoşîn bikin.
Bijî berxwedaniya gelê me yê Şêmeqsud û Eşrefiyê
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Surî



