KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Çelebî, Kobanê, bi boneya salvegera 1’emîn a şehadeta şehîd Azad Şêx Hûseyîn bîranînekî lidarxistin. Merasîm li Ocaxa Çand û Hûner a Şehîd Îlan û Şehîd Azad a Çelebiyê, bi amadebûna dehan gelê welatparêz pêk hat.
Merasîm bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdan destpêkir. Piştî wê, birayê şehîd Azad, Nîhad Şêx Hûseyîn axivî û qala sekna pêşeng a ciwanan di berxwedana Bendava Tişrînê de kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftinek hat kirin. Hat diyar kirin ku heya ku ciwan ên fedayî yên gelê xwe, weke Şehîd Azad, hebin, tu kes nikare şoreşa Rojava têk bibe.
Dîmenekî li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Azad hat temaşe kirin. Bîranîn bi sloganên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.



