KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Kobanê, ji bo bersivdayîna êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê li ser taxên Şêx Mesûd, Eşrefiyê û Benî Zêd meşekî erebeyan lidarxist. Di êrîşên dawî de 4 kes şehîd bûn û 26 birîndar bûn.
Konvoya wesayîtan bi alên Ciwanên Şoreşger û bi sloganan li tevahî bajar geriya.
Di dawiyê de berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê herêma Firatê Şevger Kobanê axivî û piştgiriya xwe ji berxwedana gelê Şêx Mesûd û Eşrefiyê diyar kir. Her wiha, diyar kir ku ew weke ciwan her tim amade ne ku tevlî vê berxwedanê bibin.



