ROJAVA – Duh êvarê, piştî ku hêzên HTŞ’yê êrîş kirin ser taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên bajarê Helebê, li Rojava bertekek tund hat nîşandan. Armancgirtina cihên niştecîhan û sivîlan, gelê Rojava bi hêrs û xezebê derxist koçeyan.
Li bajarên Amûdê, Dêrik û Dirbêsiyê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi hezaran kes li meydanan civiyan. Xelk bi sloganên tund êrîşên HTŞ’yê protesto kirin û piştgirîya xwe ji gelê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd re bi deng bilind ragihandin.
Di çalakiyan de hate diyarkirin ku êrîşên HTŞ’yê yên li dijî sivîlan têne hesab kirin wek sûcên şerî, û her weha bêdengiya hêzên navneteweyî jî hat protesto kirin. Di axaftinan de hat gotin ku gelê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ne bi tenê ne û gelê Rojava wê li dijî van êrîşan berxwedanê mezin bike.
Xelk daxwaz kir ku êrîş bi lez rawestin û ku taxên Helebê bên parastin. Di çalakiyan de hat binavkirin ku îradeya gel bi zordarî û şîdetê nayê şikandin. Hate gotin ku çalakiyên protestoyê li bajarên Rojava dikarin di rojên bê de bidomînin.



