HELEB – Îro li bajarê Helebê civîna salane ya Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtina yek xulekî ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Di bernameyê de pêşî axaftina vekirinê hate kirin û rewşa siyasî ya niha hate nirxandin. Zeyneb Ehmed ji bo xwendina nêrîna serokatiyê hate vexwendin. Piştî wê, Xelîl İbrahîm rapora karên salane yên ciwanan xwend.
Di beşa din de rewşa rêxistinê û nêrînên gel hate axaftin. Di dawiya civînê de, hemû nêrîn hatin civandin û ji bo sala nû plan û rêxistin hate kirin.



