DÊRA ZOR – Îro, Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi tensîqa Desteya Ciwanan û Werzîşê, li Kantona Dêra Zorê komxebatek li dar xistkn, bi dirûşmeya “Ez bawer dikim ku ciwan dê rola xwe ya pêşeng ber bi aştiyê ve bilîzin” bi beşdariya hejmarek ji ciwan û jinên ciwan.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre, peyama Rêber Apo ji hêla Heval ‘Ela Mihemed ve hate xwendin, ku rola girîng a ciwanan di pêşengiya qonaxa heyî de, girîngiya hişyarî û rêxistinbûnê di rûbirûbûna zehmetiyan de, û xurtkirina nirxên têkoşîn û berpirsiyariya civakî tekez kir.
Di nîqaşê de her wiha girîngiya ciwanan di civakê de û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate nîqaşkirin, hevalên ku beşdar bûn pêşniyar pêşkêş kirin.
Komxebat bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.



