NAVENDA NÛÇEYAN- Mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 4’ê Çileyê de li Amedê bihata lidarxistin, ji ber şertên nebaş ên hewayî taloqî dîrokeke pêş hate kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk, plan kiribû ku di 4’ê Çileyê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo , li Amedê mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Mitîng, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî hate taloqkirin. Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî mijarê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî da.
Metna daxuyaniyê wiha ye:
Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Dihat plankirin ku mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 4’ê Çileya 2026’an de were lidraxistin. Lêbelê ji ber şert û mercên nebaş ên zivistana herî dijwar ên salên dawî, mitîng ji bo dîrokeke pêş hatiye taloqkirin.
Pêvajoya amadekariyên mitînga me, careke din nîşan da ku hemû beşên civakê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Bi vê boneyê, mitînga dihat plankirin ji hêlekî ve gihiştiye armanca xwe. Em spasiya tevahiya gelê xwe û hemû avadaniyên xwe dikin ku bi şev û roj ked dan.”



