NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li Wanê, Meclîsa Ciwanên Partiya Dem li naveda Partiya Demê bi beşdariya bi dehan ciwanan civînek ciwanan li dar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Di civînê de peyama Rêber Apo, ku ji ciwanan re hatibû şandin hat xwendin.
Çalakî piştre bi pêşkêşkirina sînevîzyonek li ser têkoşîna ciwanan berdewam kir. Di tevahiya çalakiyê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî Serok APO”, “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Civîna ciwanan bi van dirûşmeyan bi dawî bû.



