NAVENDA NÛÇEYAN –
Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan di bernameyeke taybet a Stêrk TV’ê de axivî. Karayilan diyar kir ku êrîşên çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ku di 6’ê Çileyê de ji Helebê destpê kir, ne “ji rêzê ye” û got, “Eşkere ye ku ev komplo û planeke mezin e.” Karayolan got, “Xwestin li gorî Peymana Sykes-Picotê herêmê dîzayn bikin… Niha jî ji Sûriyeyê dest bi ji nû ve dizaynkirina herêmê kirin.”
Karayilan destnîşan kir ku li pişt êrîşan “erêkirina dewletên herêmî û hêzên navneteweyî heye” û wiha got, “Ev plan ji aliyê dewletên herêmî yên wekî Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Qeter heta Urdunê û hêzên navneteweyî yên wekî DYE, Brîtanya, Elmanya û Fransa ve hatiye erêkirin. Karayilan got, “Di dizayna nû de cih ji Kurdan re nehat dayîn” û got ku êrîşên li ser Rojava hedefa “Mehabada duyemîn” dikin.
Karayilan îşaret bi banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibata 2025’an de kir û wiha got, “Li ser bingeha vê bangê xwişk û biratiya gelan heye. Ev komplo dijminatiya di navbera gelan de pêş dixe.” Karayilan li ser dewleta Tirkiyeyê jî got, “Divê Serokkomar Erdogan û Devlet Bahçelî bizanin ku; li ser cenazeyê Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re aştî çênabe.” Karayilan ji bo rakirina dorpêça Kobanê û “Korîdora daîmî ya di navbera Kobanê û Cizîrê de” bang li raya giştî kir ku bi erka xwe rabin.
* Weke tê zanîn 6’ê Çileyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê êrîşeke berfireh destpê kir, ku ewilî ji Helebê hate destpêkirin. We di daxuyaniya xwe ya 18’ê Çileyê de diyar kiribû ku ev komployek e. Gelo hûn dikarin hinekê vê şîrove bikin?
Ji şerê Helebê û vir ve 20 rojên derbasbûyî li Rojavayê Kurdistanê şer û berxwedaneke girîng û dîrokî heye. Di şexsê hevrê Ziyad Heleb û Denîz Çiya de ez hemû şehîdên vê berxwedanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û soza me daye şehîdên şoreşa Kurdistanê, dubare dikim. Di heman demê de sibe (26’ê Çile) salvegera 11’emîn a serketina Kobanê ye. Serketina Kobanê, serketineke girîng bû û ji bo hemû mirovahiyê serketineke mezin bû. Ewladên gelê me ew berxwedana dîrokî bilind û gihandin serketinê. Di şexsê hevrê Gelhat û Arîn de ez şehîdên berxwedana Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînim û soza me daye ku şehîdên me yên leheng car din dubare dikin.
Pêla êrîşê ya ji Helebê destpê kir û belavî hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bû, ev êrîşa ku hikûmeta Şamê li dijî Kurdan daye destpêkirin êrîşeke ji rêzê nîne. Di çarçoveyeke hîn berfirehtir de ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser esasê Peymana Sykes-Pîcot xwestin herêmê dîzayn bikin. Wê demê ev dîzayn ji Sûriyeyê destpê kir. Di vî warî de Sûriye li herêmê xwedî girîngiyekê ye. Niha jî ji bo jinûve dîzaynkirina herêmê, ji Sûriyeyê destpê kirin. Beriya vê li Iraqê û hin herêmên din ceribandin kirin lê bi ser neketin. Eşkere ye ku niha bi pêşengiya kadroyeke selefî Colanî dixwazin dewletekê ava bikin û di nava vê dewletê de hikûmetekê ava bikin. Bi vî rengî dixwazin dîzayna Sûriyeyê û herêmê temam bikin.
Di nava vê pêvajoyê de navbera QSD û hikûmeta Şamê diyalog hebûn. Jixwe 4’ê Çileyê hevdîtineke girîng hebû û li gorî di çapemeniyê de hatî dîtin, nêzî encamê bibûn. Lê belê mudaxileyî van hevdîtinan tê kirin û ew civîn sabote dibe. Piştî wê rojekê, yanî 5’ê Çileyê li Parîsê civînek çêbû. Ev civîn bi pêşengiya DYE’yê û di navbera Sûriye û Îsraîlê de bû, lê Tirkiye jî bi rêya Sûriyeyê beşdar bû. Piştî vê civînê yanî 6’ê Çileyê bê sedem êrîş li ser Helebê destpê kirin. Piştre tevî ku gelek caran mudaxileyên ji bo sekinandina şer û agirbest çêbûn, li gorî ti ji van tevnegeriyan û êrîş dewam kirin.
Eşkere ye ku ev komplo û planeke mezin e. Dewletên herêmî yên mîna Tirkiye, Siûdî Erebistan, Qatar û Urdun û hêzên navneteweyî yên mîna DYE, Îngilistan, Elmanya û Fransayê ev plan erê kirine. Jixwe derket holê ku ji berê ve ji van re amadekarî dikin. Yanî ev hevdîtin hemû ji bo nixumandina vê tên kirin, lê di esasê wê de dîzayneke nû heye. Ya li berçav jî di nava vê dîzaynê de cihê Kurdan nîne. Binêrin; li Sûriyeyê lîderê HTŞ’ê Colanî anîn Şamê û dixwazin li dora wî dewleteke nû ava bikin, lê QSD’ê ji derve dihêlin, ku QSD ji Kurdan, Ereban, Asûrî-Suryanî û gelên din pêk tê û Sûriye ji DAÎŞ’ê rizgar kir. Di şertên normal de divê koalîsyon heba. Yanî divê bi hev re dewlet ava kiriban. Lê wisa nekirin; Kurdên Rojava li derve hiştin. Girêdayî vê yekê derket holê ku di dîzayna nû de cihê Kurdan nîne. Yanî mîna piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dîzayna nû de cih nedan Kurdan. Dîsa piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di dîzaynê de cih nedan Kurdan û Mahabad qewimî. Niha jî dixwazin Rojava bikin Mahabadek nû, yanî di dîzayna nû de cih nedin Kurdan. Lewma ev êrîş, êrîşeke li dijî hemû Kurdan e. Ti kes divê têkildarî vê yekê xwe nexapîne. Îro berxwedana lehengên YPG-YPJ-QSD’ê jî ji bo hemû Kurdan e. Ev eşkere ye.
Di heman demê de ev komplo mîna Komploya 15’ê Sibatê ye. Çawa ku Komploya 15’ê Sibatê di şexsê Rêber Apo de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hate kirin, komploya îro jî bi heman rengî ye. Mesele, Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an bangek nû kir, mane wisa? Di bingehê vê bangê de çi heye? Xwişk-biratî û aştiya navbera gelan heye. Ev komplo jî navbera gelan dijminatiyê pêş dixe. Li kudera vê aştî heye! Lewma ev êrîş di heman demê de êrîşeke li dijî pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin e. Jixwe bi vî rengî dixwazin pêvajoyê bêwate bikin û vale derxin. Dibe niha mijara me ne ev be, lê ez dikarim vê diyar bikim: Rayedarên dewleta Tirk, Serokkomar Erdogan û dîsa Bahçelî divê bizanin ku li ser cenazeyê Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re aştî nabe. Yanî tu dê li Rojava qirkirinê bimeşînî, tunekirinê esas bigirî lê li Bakur yan jî giştî Kurd dê bi dewleta Tirk re aştiyê bike û xwişk-biratiyê pêş bixe! Ev ne pêkan e. Ji bo vê eger bi rastî jî xwişk-biratî û aştî tê xwestin, divê ev siyaset were terkkirin û guhertineke ji kokê were kirin.
Bi kurtasî, ev êrîş xwedî aliyên navneteweyî û herêmî ye, komployeke berfireh a li dijî Kurdan e. Gelê me ev yek hîs kir û eger hûn baldar bin, hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li dervey welêt bi sed hezaran kes daketin kolanan. Ez hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Yê vê komployê herî baş hîs dike, gelê me ye. Bi rastî jî ev êrîş êrîşeke mezin û giştî ye.
* Hin derdor diyar dikin ku projeya QSD’ê ya li ser esasê xwişk-biratiya gelên Kurd-Ereb-Asûrî-Suryan hilweşiya, dibêjin ev yek şaş e û rexne dikin. Diyar dikin ku Ereban aliyê xwe guhert. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?
Ev nêzîkatiyeke netewperest û teng e. Xwişk-biratiya gelan û xeta netewa demokratîk, ne şaş e. Qasî em dizanin QSD jî hewl dide li ser bingehê vê xetê tevbigere. Sîstema li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne li ser esasê sîstem, feodal û beşê desthilatdaran e, sîstemeke li ser esasê kedkarên Ereb-Kurd-Asûrî-Suryaniyan hatiye avakirin. Yên QSD bi tenê hiştin ji vê tebeqeya desthilatdar reîs û şêxên eşîran bûn; em nikarin bêjin ew hemû gelê Ereb in. Li gorî me bihîstî hîna gelek şervanên Ereb di nava QSD’ê de cih digirin, şer dikin û gelek şehîdên wan hene.
Şêxên Ereban piranî li hevsengiyan dinêrin. Kî bi hêz be, aliyê wan digirin. Di demê xwe de rejîma Baas bi hêz bû, li aliyê wî bûn; piştre DAÎŞ hat tevlî wan bûn, piştre dema dîtin QSD bi hêz e, piştgirî dan QSD’ê. Lê di vê dawiyê de meyze kirin ku DYE û Koalîsyona Navneteweyî piştgirî nadin QSD’ê, wan jî yekser helwesta xwe guhert. Rola Siûdî Erebistanê jî di vê yekê de heye. Dîsa jî hemû şêx û reîsên eşîran ne xirab in. Mesele reîsê eşîra Şemer, Hemedî Deham hebû; mirovekî hêja û demokrat bû. Wefat kir. Rehma Xwedê lê be. Kurtasî mirovên wiha hêja û baş jî hene, niha jî dixwazî Şemerî bin dixwazî Tayî, Cîbûrî û hwd gelek eşîrên ku sed sal in bi Kurdan re dijîn hene. Yanî hevkariya Kurd-Ereb divê dewam bike, divê ji bo xwişk-biratiya Kurdan israr were kirin. Têkildarî vê yekê divê bang li kesên şaş difikirin û yên li dijî xwişk-biratiya gelên Ereb û Kurd were kirin ku ji rêya şaş vegerin. Îro planeke navneteweyî heye û divê ti kes nebe amûrê vê planê, xwîna gelan nerije, her kes divê xwişk-biratiya gelan esas bigire. Banga me ji bo eşîrên Ereban û her kesê ev e.
* Gelek derdor diyar dikin ku hêzên koalîsyonê û Emerîka bi QSD’ê re hevkarî kirin, ew bi kar anîn û piştre jî firotin. Gelo ev rast e?
Eger QSD kirîbin, wê demê mirov dikare behsa firotina wan bike. Eşkere ye ku ji ber ku QSD nekirîne, firotinek jî ne mijara gotinê ye. Şîrovên di vê çarçoveyê ne rast in. Li wir ne kirîn heye, ne jî firotin heye. Qasî em dizanin xeta sereke ya QSD’ê stratejiya xeta sêyem dipejirand û bi vî rengî dimeşand. Dibe di vê yekê de hin kêmahî hebin, lê tê zanîn ku nêzîkatiya giştî di vî alî de bû. Li dijî DAÎŞ’ê şerek hebû û li ser bingehê vî şerî beşek Ereb, Asûrî-Suryanî jî tevlî QSD’ê bûn. Koalîsyona Navneteweyî jî bi wan re tifaqek taktîk çêkir. Jixwe bi dehan car rayedarên DYE’yê diyar kirin ku ev têkilî têkiliyeke taktîkî ye. Taktîkî tê çi wateyê? Yanî dema roja wê hat, wê ji hevdû qut bibin.
Lê divê mirov vê destnîşan bike: Li holê sîstemeke demokratîk hebû. Vê sîstemê li dijî her cure paşverûtiyê têkoşîn dimeşand. Koalîsyona Navneteweyî ya ku dewletên DYE, Îngilistan, Fransa û Elmanyayê têde rol lîstin, bi rengekî bênavber diyar dike ku alîgirê demokrasiyê ye, digotin, “Em li pişt azadiya gelan e, em alîgirê mafên gelan e.” Lê belê li Sûriyeyê hate dîtin ku rêxistineke selefî ya ku kokê wê ji El Qaîdeyê tê, esas girtin û piştgirî nedan QSD a çêkereke demokratîk, tenê hiştin. Ev durûtî ye. Bi vî rengî li herêmê rê dan ku pêla Selefî car din xurt bibe û DAÎŞ car din bibe bela serê cîhanê. Ji ber ku ev siyaseta Koalîsyona Navneteweyî pêşî li Îslamgeriya radîkal û pêla Selefî vekir, ew anî rewşa desthilatdariyê û xurt kir. Dê hîn xurttir jî bike. Di bin navê “em Şîayan rawestînin” de ev yek kirin û ev tiştekî rast nîne.
Li aliyê din QSD’ê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de zêdeyî 13 hezar şehîdan dan. Encex bi vî rengî pêşî li DAÎŞ’ê vedikin. Gelo, şerê li dijî DAÎŞ’ê bêwate bû? Helbet na. Eşkere ye ku heya niha ev hêzên navneteweyî taktîkî be bi QSD’ê re li dijî DAÎŞ’ê tifaqek pêş xistin û niha jî terikandin. Helbet ev xiyanet e. Lê belê eger were gotin “têkiliyek stratejîk bû lewma hat vê rewşê”, tê zanîn ku ne wisa ye. Erê, tê zanîn QSD bi gelek hêzan re di nava peywendiyê de ye, polîtîkayên hevpar dimeşîne, rast-şaş ev polîtîkaya wan e.
Weke tevger me ti carî bawerî bi têkiliyên wiha û dewletan neaniye. Lewma weke Tevgera Apoyî me li herêma xwe Rojhilata Navîn timî siyasetek serbixwe meşand. Divê em timî xwe bispêrin hêza xwe ya cehwerî û ne li ser bingehê dewletan, li ser bingehê piştgiriya raya giştî tevbigerin. Raya giştî îro hêzek e. Dikare gotina xwe bi dewletan jî bide guhdarkirin. Mirov ji van dewletên kapîtalîst bawer nake. Ji ber ku berjewendîperest in. Mînaka vê jî li Rojava car din derket holê. Em bi vê yekê şaş nebûn; jixwe eşkere bû ku karakterê van wisa ye. Hêzên wiha li naveroka meselê meyze nakin, li berjewendiyên xwe dinêrin û li gorî wê nêz dibin.
Ji vir ez dixwazim tiştek din diyar bikim: Weke Tevgera Apoyî tevî ku heya niha em li Rojhilata Navîn li ser xeteke serbixwe meşiyan, di rayedarên Tirk û çapemeniya Tirk de rewşeke bûye nexweşî heye. Kengê derketineke Kurdan a ji bo azadiyê çêbûye, îşaret bi hêzên derve kirine. Bi vê rengî dixwazin wisa nîşan bidin ku têkiliya tevgera me bi derve re heye. Bê guman evane hemû derew in. Em her tim li ser esasê hêza xwe ya cewherî meşiyan. Ev niha jî wisa ye, berê jî wisa bû. Lewma weşanên çapemeniya Tirk ên têkildarî vê yekê, hemû derew in. Eşkere ye ku kî serbixwe tevdigere, kî pişta xwe dide derve û dixwaze gelan biçewisîne.
* We got, li pişt şerê li Sûriyeyê, hêzên herêmî û navneteweyî hene, lê gelo yên vî şerî di pratîkê de dimeşînin kî ne?
Yên vê di pratîkê de dimeşînin HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ e. Gelo DAÎŞ li ser mêzê rûniştiye nerûniştiye em nizanin, lê belê yê li herî pêş û bi her tiştê xwe tevlî vî şerî bûye DAÎş e. Kadroyên DAÎŞ’ê û şervanên DAÎŞ’ê mil dane milê hevdû û şer dimeşînin.
Dewleta Tirk jî dem bi dem daxuyanî dide û dibêje, ‘eger hikûmeta Sûriyeyê alîkarî bixwaze em amade ne’, lê vê ji bo nixumandina rastiyan dibêjin. Dewleta Tirk di nava vî şerî de ye û ev nayê veşartin. Mesele plan a dewleta Tirk e; yê bi rêve dibe û li pişt perdeyê rayedarên Tirk in. Çawa ku çeteyên SMO’yê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rêxistinkirin di nava vî şerî de ne, leşkerên pispor ên hêzên taybet ên artêşa Tirk jî di nava vî şerî de ne. Dîsa çekên hatine karanîn, wesayîtên zirxî û hwd beşekî wesayîtên teknîkî ji aliyê Siûdiyan ve hatiye dayîn, beşekî girîng jî ji aliyê dewleta Tirk ve tê pêşwazîkirin. Li aliyê din dewleta Tirk bê navber bi ÎHA û SÎHA’yên xwe çavdêriyê dike û HTŞ-DAÎŞ kengê bikeve tengasiyê alîkarî dide wan. Bi kurtasî, dewleta Tirk nikare têkiliya xwe ya bi vî şerî re veşêre. Ev rastiyek e.
Eşkere ye ku dewleta Tirk jî beşekî dewleta Ereb jî naxwazin li Sûriyeyê sîstemeke li ser esasê xwişk-biratiya gelên Ereb-Kurd-Asûrî-Suryanî pêş bikeve û ji bo vê yekê dixwazin vê sîstemê tune bikin.
* Hûn performansa QSD’ê ya di şerê heya niha hate meşandin de çawa dibînin? Gel, gelekî xwedî li şervanan derdikeve. Lê belê ji aliyekî din ve hin derdorên ku hewl didin ku wan weke têkçûyî nîşan bidin. Têkildarî vê mijarê hûn ê çi bibêjin?
Çapemeniya Tirk û çapemaniya hin welatên din têkildarî vê mijarê şerê psîkolojîk dimeşînin. Bêyî ku encam derkeve holê QSD’ê weke têkçûyî nîşan didin. Bi qasî ku em dişopînin şîroveyên bi vî rengî ne rast in. QSD, têk neçûye; li ser QSD’ê êrîşeke mezin heye û hê jî li ber xwe dide. Komployek heye û QSD li hemberî vê komployê li ber xwe dide. Bêguman dibe ku kêmasî û xetayên wê hebin; em vê yekê a niha nizanin lê belê tiştê ku em dizanin ew e ku li dijî QSD’ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployeke mezin heye û di vê komployê de Koalîsyona di pêşengtiya DYE’yê de QSD bi tenê hiştiye û rê li ber êrîşan vekiriye. Girêdayî vê yekê hin rûspiyên eşîrên Ereb û derdorên wan jî alî guhertine. Tiştê herî baş a ku li hemberî vê yekê ew e ku biryara Fermandarıya QSD’ê ya vekişîna ji hin herêmên Ereban e. Ger di mana li wan deran de bi israr bûna, dibe ku a niha rewş cudatir bûya.
Dema ku di demên pêş de agahî hatin dayîn wê demê dikare nirxandinên berfireh jî werin kirin û mijarên rexnekirinê derkevin holê lê belê kurt jî be divê ji vir ev yek were diyarkirin:
Gelo rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fermandariya QSD’ê kengê ev komplo hîs kirin, em vê yekê tam nizanin. Lê belê diyar e ku di dema xwe de hîs nekirine. Ji vir ev yek dikare were diyarkirin; ger pêşbîniyeke kûr hebûna, wê demê dikarîbû rewş bi awayekî cudatir were nirxandin. Ji ber wê yekê diviya gelekî beriya wê bihata hîskirin. Dibe ku ev yek bibe xaleke rexnekirinê. Yan na vekişîn biryareke şaş nebû. Ji ber ku girêdayî lihevkirina ku di 10’ê Adarê de hate îmzekirin, QSD’ê qebûl kiribû ku wê ji van herêman vekişe. Baş e çima yekser venekişiya? Ji ber ku QSD’ê têkildarî vê mijarê diyar dikir ku ew li bendê ne ku lihevkirinek pêk were û îmze werin avêtin. Yanî diyar e ku dixwest weke kartekê di hevdîtinan de di destê xwe de bigire, ji ber wê yekê jî digot ku ‘piştî hate îmzekirin em vekişin.’ Lê belê ji ber ku komployek hebû hêzên li hemberî wê li benda îmzeyê filan neman. Jixwe derfetên dewrkirinê jî pêk neanîn, piştre jî bi ser de hatin. Yan na me tu caran ji QSD’ê gotineke weke ‘ev der Kurdistan e, wê tim di destê me de be’ nebihistiye. Jixwe di lihevkirina ku 10’ê Adarê hate îmzekirin de ev yek heye.
Xaleke din a ku divê mirov li ser bisekine ev e; vekişîna QSD’ê ya ji Tebqa, Reqa û Dêrezorê hin aliyên plana komployê vala derxistiye. Plana komployê çi bû? Ew bû ku vî şerî veguherînin Kurd û Ereban. Li gorî agahiyên ku me standine –ku di çapemeniya Tirk de jî dihat diyarkirin- dema ku QSD ji Reqayê vekişiya hêzên HTŞ’ê hê neketibûn Reqayê. Erê, belkî li gel tiştên weke hilweşandina pirê ya destpêkê li ser çapemeniyê hate nîşandan ku parastina xwe standiye û mewziyên xwe girtine lê belê piştre dema ku dît wê bi gelê i wir re rû bi rû bimîne, ger li dijî eşîran şer bike wê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û ev yek bi awayekî stratejîk jî şaş e, QSD beriya ku çeteyên HTŞ’ê were ji bajarê Reqayê vekişiya. Li vir, ev vekişîn şaş nebû.
Vê vekişînê deq û dolaba wan jî pûç kir. Divê ev yek were dîtin. Dibêjin ku QSD têk çûye. Jixwe QSD’ê biryara şerkina li van bajaran nestandibû; biryara vekişînê da. A niha QSD vekişiyaye sînorê Kurdistanê û li vir bi cih bûye. Bi qasî ku em dibînin jî ev nêzîkî hefteyekê ye li wir çete li tu deran bi êrîşên xwe pêş neketine. Li wirberxwedanek heye. Bi qasî ku em dizanin û dişopînin di vî şerî de performanseke QSD’ê ya diyar jî heye. Her wiha tecrûbeya wan ji ya çeteyan zêdetir e. Dibe ku wan eteyan teknîkeke mezin hebe, alîgirên wan hene, komloyeke mezin e; ev rast e. Lê belê di şerê li qadê de QSD dikare Kurdistanê biparêze, dikare di vî şerî de berxwedaneke mezin û dîrokî nîşan bide û ser bikeve. Mînaka vê yekê Girtîgeha Eqtan a li Reqayê ye. Li wir hêzeke QSD’ê ya biçûk hebû. Çteyên HTŞ ew der dorpêç kirin. Ji bo îmhakirin û teslîmgirtina hêzên QSD’ê yên li wir, tevahiya 5 rojan bi hemû teknîka xwe êrîş kirin lê belê nekarîn. Piştre çi çêbû? Hêza QSD’ê ya li hundir li gel lihevkirinê ji vir derket. Yanî hêza QSD’ê dikare bi ruhê xwe li ber xwe bide. Ji ber vê yekê divê raya giştî û gelême vê heqîqetê bibîne. Hê serkeftinek yan jî têkçûnek tune ye. Berxwedan heye û berdewam dike. Divê gelê me jî bi awayekî bi hêz piştevaniyê bide vê berxwedanê.
* We di serî de jî diyar kir ku sibehî 11’emîn salvegera serkeftina Kobanê ye. Lê belê roja îroyîn jî weke 11 salan beriya niha Kobanê di bin dorpêçê de ye. Şerva û gel biryardariyeke mezin nîşan didin. Şervanan li gelek cihan êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk qewirandin. Tevî ku gel di nava rewşeke dijwar de ye jî bi biryardariyeke mezin piştgiriyê dide berxwedanê. Hûn têkildarî vê yekê çi difikirin?
Beriya her tiştî ez gelê me yê Kobanê bi rêzdarîû hezkirin silav dikim. Li hemberî sekn û berxwedana wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.
Rast e; sibehî 11’emîn salvegera azadkirina Kobanê ye. Li wir berxwedaneke dîrokî çêbû. Serkeftina mezin plk hat. Wê serkeftinê hemû mirovahî ji belayeke mezin rizgar kir. Ji ber ku piştre heya Reqayê çûn û paytextê DAÎŞ’ê hilweşiya. Vê yekê rê li ber bidawîbûna desthilatdariya DAÎŞ’ê vekir. Yanî gelê Kobanê û zarokên wê ji bo hemû mirovahiyê xizmeteke mezin kirin. Ew berxwedana pîroz pêk hat. Keda gelek derdoran jî hebû. Keda enternasyonalîstan jî hebû, keda hemû perçeyên Kurdistanê jî hebû lê belê ev berxwedan li ser erdnigariya Kobanê pêş ket û gelê Kobanê kedeke mezin da. Ji ber vê yekê gelekî ezîz û leheng e.
Lê belê weke ku we jî anî ziman roja îroyîn jî Kobanê di bin dorpêçê de ye. Li hemberî vê dorpêçê divê hemû kesên ku dibêjin ‘’ez jî însan in, ez jî Kurdistanî me’’ li ku derê cîhanê jî be hemû kesên ku dibêjin ‘’ez xwedan wijdan im, aligirê demokrasî û azadiya gelan im’’ Kobanê bi tenê nehêlin û piştgiriyê bidin Kobanê û Rojava. Ya girîng ew e ku ew çeteyên ku li Kobanê derbe xwarin û windayên wan çêbûn bajarê Kobanê dorpêç kirine û li bendê ne ku gava derfeta wê dîtin wê tola xwe hilînin. Yanî ger rê li ber van were vekirin wê komkujiyan pêk bînin. Ez li ser navê xwe heya dawiyê ji berxwedêrên li wir, hêzên parastinê û şervanên YPG-YPJ û QSD’ê bawer dikim; wê Kobanê biparêzin. Ew peyrewên berxwedana 2014-15’an in. Ewbi çanda serkeftinê mezin bûn; tecrûbeyên wan hene. Ji ber vê yekê wê Kobanê biparêzin. Lê belê ger ev çete derfetê bi dest bixin wê komkujiyê pêk bînin. Ji ber vê yekê divê hemû kes xwedî li Kobanê derkeve û şervanên wê bi tenê nehêle.
Gelê Kobanê a niha di nava rewşeke dijwar de ye. Ez jî wan hîs dikim û li rex wan im. Hate diyarkirin ku 5 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane. Di warên jiyanî de dijwarî hene lê belê em di wê baweriyê de ne ku gelê Kobanê yê leheng wê li hemberî hemû zor û zehmetiyan bi serbilindî li ber xwe bide û encamê jê wergire.
Weke ku fermandarekî ji Kobanê li ser çapemeniyê anî ziman, ‘’divê en ji hêza xwe bawer bin.’’ Ev rast e. Divê em ne ji dewletê ji hêza xwe bawer bin. Lê belê divê em ji ji piştigiriya derdorên çepgir-sosyalîst û demokratîk ên li seranserê cîhanî jî bawer bin. Yanî divê ji bo piştevaniya raya giştî jî xebat werin kirin. Bi qasî ku em dişopînin piştgiriya raya giştî ya ji bo Kobanê dest pê kiriye û wê bi demê re jî mezintir bibe.
Çima divê raya giştî bixebite? Ya yekem, rakirina dorpêça li ser Kobanê; ya duyem jî, vekirina korîdoreke daîmî ya di navbera Kobanê û Cizîrê de; ya sêyem jî ji bo parastina Kobanê çavdêriya hewayî ya di asta navneteweyî de. Ji bo vê yekê divê em hewd bidin. Yan na wê Kobanê tim di bin gefê de be. Ji ber vê yekê divê xwe bigihînin hemû alîgirên demokrasî û mafên mirovan, wijdana mirovahiyê bikeve dewrê û ji bo bicihanîna van her sê xalan têkoşîn were meşandin.
Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû rêxistinên civakî û raya giştî dikim. Dîsa bang li rayedarên Neteweyên Yekbûyî dikim. Ew erk dikeve ser milên wan. Divê Neteweyên Yekbûyî xwedî li Kobanê derkeve, korîdoreke mayînde veke û parastinê dabîn bike. Lê belê ji bo vê yekê divê em, li seranserê cîhanê erk û berpirsiyariyên ku dikevin ser milên me bi cih bînin ku têkildarî Kobanê pergaleke bi vî rengî were avakirin.
Ezdubare hemû gelê Kobanê bi rêzdarî silav dikim.
* Ji berxwedana Helebê ve ye xwedîlêderketineke şoreşa Rojava ya gelê Kurd a her ku diçe zêde dibe, heye. Di 5-6 rojên dawîn de ev yek gihîşt asteke bilind. Gelo divê em di mijara xwedîlêderketinê de peyama ku gel dide, çawa fêm bikin?
Min di axaftineke xwe ya beriya niha de jî diyar kiribû ku ‘’li hemberî vê êrîşê divê em weke gelê Kurd yekîtiya xwe û netewbûna xwe nîşan bidin ku em li ser van xakan neyên paşçavkirin.’’ Çima? Ji ber ku bi rastî jî gelê Kurd hatiye paşçavkirin. Naxwazin li ser vê cîhanê cihekî gelê Kurd hebe. Ji ber vê yekê hemû destkeftiyên gelê me di bin talûkeyê de ne.
Weke ku we jî anî ziman, bi taybetî jî ev hefteyek e li çar perçeyên Kurdistan û di serî de Ewropa li derveyî welêt bi rastî jî rabûna gelê me ya li ser piyan hêjayî pîrozkirinê ye. Ez gelê me yê hêja bi rêzdarî û hurmet sîlav dikim. Bi rastî jî di serî de Başûrê Kurdistanê, ruhê neteweyî, yê ku gelê me li Bakûrê Kurdistanê û derveyî welêt nîşan da, gelekî watedar û girîng e. Hem gelê Kurd hem jî derdor û kesên enternasyonalîst ên dostên gelê me; dîsa bi taybetî ev 2-3 rojên dawin e rêxistinên civakî ketine dewrê. Ez di wê baweriyê de me ku wê bi demê re mezintir bibe. A niha hin enternasyonalîst dixwazin derbasî Rojava bibin. Yanî sekna gelê me û dostên gelê me gelekî girîng e. Lê belê divê ciwanên me hem li Bakurê Kurdistanê hem li Ewropayê û hem jî li Tiriyeyê li hemberî provokasyonan baldar bin. Divê li hemberî deq û dolaban hişyar bin. Divê li hemberî tu kesan serî li rêbazên xwe dispêrin zorê nedin. Weke gel em mafdar in. Divê em bi rêya xwepêşandan û çalakiyên demokratîk mafdarbûna xwe nîşanî her kesî bidin. Hewce î bi tundiyê nîne. Di vê mijarê de divê hemû kes bi berpirsiyar tev bigere.
Bi taybetî jî ez ciwanên ku di çarçoveya seferberiyê de ji Başûrê Kurdistanê û Nisêbînê bi rê ketine û xwe gihandine Rojava bi hezkirin û rêzdarî silav dikim û têm çavên hemûyan. Yên ku bi rastî jî ruhê serdemê dijîn, ew in. Divê sekna hemû ciwanên Kurd wisa be. Ji ber vê yekê ez dubare wan silav dikim.
Gelê me bi vê sekn û çalakbûna xwe û dîsa bi rêya çalakiyên alîkariya ji bo Rojava hesasiyeta xwe nîşan daye. Her wiha gelê me yê Rojava bi xwe jî tevî sarma, koçberîyê li hemberî dorpêçê li dora hêzên xwe kom bûye û gelek ji wan çekan distînin. Ev gelekî bi qîmet in û hîsên neteweyî xurt dikin. Ev sekneke pîroz e. Di nava vê seknekê de ji her kesî re peyamek heye; hem ji cîhanê re peyamn hene hem jî ji me re, bi taybetî jî ji siyaseta Kurd peyam hene. Gelê me dirûşeya; ‘’yek e yek e yek e, Kurdistan yek e’’ berz dike. Peyamên têkildarî yekîtiya neteweyî ji bo me telîmat in. Weke siyaseta Kurdistanê divê em vê telîmatê bi cih bînin. Û ez ez li ser navê Tevgera me bang li hemû partî, sazî û kesayetên Kurdistanî dikim:
Di van şert û mercên dîrokî de li hemberî me konsept û planeke nû heye. Di dîzayna nû a herêmê de careke din naxwazin cih bidin gelê Kurd. Ger bidana wê bidana Rojava jî. Li Rojava gelê Kurd ew qasî rol lîst û li pêş bûn. Pergala ku ji aliyê gelê Kurd ve hatibû avakirin deh qatî ji ta HTŞ’ê xurttir bû. HTŞ’ê li Îdlibêpergalek ava kiribû, gelê Kurd li çar wîlayetan pergaleke demokratîk ava kiribû. Lê belê ev yek hate paşçavkirin. Ev yek, li hemberî hemû gelê Kurd siyasetek e. Ji ber vê yekê weke siyaseta Kurd pirsgirêkên me her çi jî bin divê em deynin aliyekî û di vê serdema dîrokî de yekîtiya xwe ava bikin. Li dijî gelê me plana tunekirinê heye û divê em jî li hemberî vê planê bibin yek. Banga me ev e. Di vê serdema ku hestên me yên neteweyî bilind bûne de, em jî weke siyaseta Kurd vê pêvajoyê bi yekîtiya neteweyî tacîdar bikin.
* Weke pirsa dawî: Li gorî agahiyên duh bi şev hatine, agirbesta ji bo 4 rojan hatibû ragihandin ji bo 15 rojên din hatiye dirêjkirin. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Beriya ku ez bersiva pirsa we bidim, ez dixwazim têkildarî hikûmeta Şamê hin tiştan bînim ziman: Ew bi berdewamî daxuyaniyan didin û di daxuyaniyên xwe de zimanê ku dewleta Tirk bi kar tîne, bi kar tînin. Dewleta Tirk bixwaze êrîşî derekî bike dibêje, “Li wir PKK heye,” û PKK’ê ji xwe re dike hincet. Dîsa, ew hemû gelê Kurd weke endamên PKK’ê dibîne. Ev êdî eşkere bûye. Niha tê dîtin ku ew kesên ku dibêjin em li Şamê hikûmetê temsîl dikin jî heman zimanî bi kar tînin. Ev ji bo wan ne baş e. Dewleta Tirk, bi siyaseta xwe ya Osmaniya Nû dixwaze Sûriyeyê bike bin kontrola xwe. Ev jî xwe ji bo vê amade dikin. Lê belê bila êî ew bifikirin bê ka ev sekneke çiqasî birûmet e.
Ya din jî ev e: Niha pergala ku hûn ji bo sê parêzgehên cuda yên Sûriyeyê qebûl dikin û pê razî dibin pergaleke çawa ye? Derbarê Suweydayê de, rast e, ew mafê gelê Durzî ye, em li dijî wê tiştekî nabêjin. Lê Deraa heye, Quneytra heye; niha ev herêm di bin rêveberiya Ehmed el-Ewdo de ne û dewleta Sûriyeyê wê li wir bi tenê ofîsên xwe veke. Baş e tevî van yekan ma tenê Heseke bala we dikişîne? Heger bi rastî jî hûn mirovên birûmet bin, hûn nikarin bi vî rengî yekalî nêzîkî tiştan bibin. Ma hêza we tenê têra Kurdan dike ku hûn ev qas zimandirêjiya wan dikin, wan dikin hedef û nijadperestiyê dikin? Nexwe kerem bikin herin Quneytrayê. Çima hûn naçin wir? Bi kurtasî, ew xwedî helwesteke pir bêrûmet û xelet in. her wiha ew gelek derewan jî dikin. Ez bi zelalî dibêjim: Bi tu awayî têkiliya PKK’ê bi Sûriye û Rojava re tune ye. Îdiayên ku dibêjin kesek ji Qendîlê çûye wir da ku destwerdanê bike, filan û bêvan, ev hemû derew in. PKK niha ketiye qonaxeke nû; xwe fesix kiriye û di qonaxa veguherînê de ye. Lê belê ev hîn jî qala PKK’ê dikin. Ev zimanê dewleta Tirkiyê ye; em vê yekê dizanin. Bê guman, em pir baş dizanin ku ev zimanê kê ye. Lê belê tevgerîna hema bibêje weke ajanan, bi rastî jî şerm e, ev bêrûmetî ye. Ev ji bo wan şerm e. Divê mirovî pîvanek hebe.
Têkildarî agirbestê jî ez dixwazin van yekan bibêjim: Tabî van heya niha çend caran agirbest îlan kiribin jî girêdayî wan neman. Bi qasî me şopand li Helebê jî heman tişy pêk hat. Li Dêr Hafirê jî heman tişt çêbû. Wext hate dayîn û piştre yekser êrîş kirin. Bi qasî ku em dişopînin, bila raya giştî zêde baweriya xwe ji agirbesta ku ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin, neyne. Ger çêbibe, helbet baş e. Weke siyaseta Kurd em dixwazin ku gelê Kurd li Sûriyeyê bi nasname, ziman û dewlemendiyên xwe cih bigire. Ez piştgiriyê didin vê yekê û ne şer dixwazin aşitî pêk were. Rast e; tu têkiliya me ya rêxistinî tune ye lê belê weke gelê Kurd heya dawiyê piştevaniya vê yekê dikin. Roja îroyîn, hemû gelê Kurd piştgiriyê dide vê yekê. Sûriyeyeke bêyî Kurd nabe. Divê vê heqîqetê bibînin û dev ji zextê bernedin.
Lê belê heya niha weke şerekî psîkolojîk, hemû caran îlanên agirbestê bi kar anîn. Ji ber vê yekê jî divê gelê me û bi taybetî jî hêzên li wir ên parastinê pişta xwe nedin vê yekê. Divê tedbîrên xwe bistînin. Ji ber ku a niha rê û rêbazên şerê psîkolojîk gelekî tên bikaranîn. Hemû kesên alîgirên Rojava, dost û hevrêyên enternasyonalîst ên li seranserê cîhanê divê çalakiyên xwe nedin sekinandin. Çima? Jixwe di daxuyaniya hikûmeta HTŞ’ê de jî nayê diyarkirin ku agirbesteke têkildarî çareseriyê ye. Çi dibêje? Dibjêje; ‘’Emerîkayê ji bo ku girtiyên DAÎŞ’î bibe Iraqê, wext ji me xwestiye. Ji ber vê yekê em vê agirbestê 15 rojan dirêj dikin.’’ Yanî wê piştî 15 rojan dubare êrîş bikin û komkujiyan bikin. Ev yek tê vê wateyê. Bi xwe dibêjin ‘’emê êrîş bikin.’’ Jixwe rayedarekî wan jî bi vî rengî axiviye. Yanî bi awayekîeşkere dibêjin ku ‘’em ê li wir komkujiyekê bikin.’’ Gelek welatiyên Kurd ji bajar û gundên li wan deran berê xwe dane Kobanê û Qamişloyê; a niha ew çete dibêjin ku ‘’em ê biçin wan deran jî.’’ Ev êrîşên ku DYE, dewleta Tirk û Erebistana Siûdî ev qasî piştgiriyê didinê, tê çi wateyê! Ji ber wê yekê divê hemû kesên xwedan wijdan li hemberî vê yekê bêdeng nemînin, çalakiyên xwe mezintir bikin û bi rêbazên demokratîk li dora Rojava bibin yek. Ji bo ku ji êrîşên van çeteyan re bersiva di asta ku tê xwestin de were dayîn, ji bo serkeftina Şoreşa Rojava divê parêzvanên Rojava jî amadekariyên xwe baş bikin û divê gelê me jî amadekariyên xwe baş bikin. Şoreşa Rojava, hêvî ye; hêviya gelê Kurd e; hêviya hemû dildarên demokrasî û sosyalîstan e; hêviya hemû jinên cihanê ye; hêviya azadî û demokrasiyê ye. Wê demê divê em li dora vê hêviyê bibin yek, vê hêviyê veguherînin heqîqetê û bigihînin serkeftinê. Erkê dikeve ser milên me û hemû mirovahiyê ev e.
Ez bi vê hêvî û baweriyê careke din gelê me Rojava û şervanên wê jidil silav dikim û ji wan re serketinê dixwazim.



