PARÎS – Li Villiers-le-Bel, ku girêdayî paytexta Fransa Parîs e, bi pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop û bi şiyara “Eme rêxistin bikin û xwe rêxistin bikin, Rêber APO azad bikin” meşeke bi girseyi hate li darxistin.
Li Gare de Villiers-le-Bel kom bûyîna gelê, beriya destpêkirina meşê, ji bo bîranîna Şehîd Bozan Kendal Kerboran, fermandarê pêşeng Şehîd Berfin Nurhaq û Şehîd Sema Roza bi kesayeti wan hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê re dakeyekê rêzgirtin hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Komûna Ciwanan nivîsa daxuyaniyê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de, li ser têkoşîna Rêber APO û şehîdên Kurdistanê ku têkoşîna 52 salan dom kiriye, hate sekinandin û hate destnîşan kirin ku ciwanên Kurd divê xwedî mîrata ku hate hiştin bibin. Di daxuyaniyê de ev gotin hatin bikaranîn:
“Em wek ciwanên welatparêz ên Kurdistanê yên Villiers-le-Bel, di her qonaxa pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo di 27ê Sibatê de dest pê kir, cihê xwe bigirin; bi bingehkirina pêdiviya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê rola xwe bi awayek aktîf bilîzin. Bi hêviya welatek demokratîk, li ser bingehê pêk anîna xewna vegerê welatê, em ê pratîka xwe bi hêztir bikin û bi yekîtîya armanc û fikirê wê bi jiyanê bînin. Em vê sozê didin.”
Piştî daxuyaniyê, meş bi silogan, çepikan û tilîliyan dest pê kir.
Di dema meşê de gelek caran ev silogan hatin qîrîn: “Bijî Serok APO”, “Be Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedaiyên Rêber APO ne.”
Gel bi tilîliyan û siloganan re gihîşt pêşiya Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdî ya Şehîd Evîn Goyî û li wir meş bi dawî bû.



