HESEKÊ- Meclisa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê (MSD-C) di civîneke berfireh de bi fermî damezrandina xwe ragihand. Nûnerên siyasî, endamên Koordînasyona Ciwanên Kurd, nûnerên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, nûnerên ciwanên Suryanî û Ermen, û endamên Mektebên Ciwanan ên Partiyên Sûriyeyê beşdarî civînê bûn.
Civîn bi axaftina vekirinê Hevberdevkên Ciwanên MSD Nadiya Yusuf û Selman Nephan dest pê kir. Piştî kêliyek bêdengiyê, girîngiya damezrandina meclisê ji bo ciwanên Sûriyeyê hate tekez kirin.
Piştî kongreyê, hevserokan xebata ku ji bo meclisê hatiye kirin xwendin. Nirxandinek li ser pêvajoya siyasî û raporên xebatan yên piştî kongreyê hatine amadekirin bi beşdarên civînê re hatin parvekirin. Xalên sereke yên rojeva civînê nirxandina pêvajoya siyasî, xebata rêxistinî û plansazî bûn.
Di axaftina xwe de, Hevserokê MSD’ê Mehmûd Mislit bal kişand ser rola ciwanan di avakirina Sûriyeyeke nû de û got:
“Divê Sûriyeya nû bi dînamîzma ciwanan were şekildan. Divê rol û nasnameya ciwanan were dîtin û neyê paşguhkirin. Îro, ciwan ji bo gurkirina nakokiyên navbera saziyan têne bikar anîn û ew bedela vê yekê didin. Divê ciwan jî zimanê diyalog û aştiyê bidin pêşiya xwe”
Hevserokê Mekteba Dîplomasiyê ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî nirxandinek giştî ya pêvajoya siyasî pêşkêş kir û li ser rewşa heyî ya Sûriyeyê şîrove kir. Elî bal kişand ser rola ciwanan di Sûriyeya nû de û girîngiya rêxistina meclisa ciwanan tekez kir û diyar kir ku divê ev rêxistin piştgiriyê bide Peymana 10’ê Adarê.
Nîqaş û nirxandinên siyasî di navbera beşdarên civînê de berdewam dikin.

