NAVENDA NÛÇEYAN- Rêber Apo destnîşan kir ku ji bo çareseriya mayinde girîng e ku mafên gelê Kurd di nava hiqûqê de bêne naskirin, qenalên siyaseta demokratîk bêne vekirin, maf û azadî bêne ewlekirin û got, “Vegera gelê Mexmûrê jî di van mercan de wê bi wate be.”
Rêber Apo peyamek ji bo 14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê şand û konferansê silav kir.
Peyama Rêber Apo wiha ye:
“Ez bi hêvî me ku konferansa Meclîsa Jinan a Mexmurê ku wê pêk bînin, wê têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê bilind bikin, erk û berpirsyariyên xwe yên di avakirina Civaka Aştî û Demokrasiyê de bi cih bînin.
Demek nû destpê dike. Pergaleke demokratîk û komunal wê di pêşengiya jinan de bi pêş bikeve. Pêvajoya Demokratîk Komînalîst şêweyê civaka jin-dayîkê ya nûjenbuyî ye. Xwe gihandina rastiya civakî jî tenê bi vê rêbazê dikare pêkan be. Heya ku desthilatdariya zilam neyê derbaskirin, di qadên felsefe, zanist, etîk, estetîk û ol de heqîqeta civakî dernakeve holê. Heya çanda zilamê desthilatdar ê di kurahiya civaka dema nû de veşartî neyê hilweşandin, weke Marksîzmê jî daye ispatkirin serxistina Soyalîzmê jî ne gengaz e. Xwe gihandina Sosyalîzmê di azadiya jinê re derbas dibe. Bêyî azadiya jinê sosyalîstbûyîn nabe. Sosyalîzm nabe. Di vê wateyê de bingehê xebatên siyasî, aborî, çandî yê meclîsa me ya jinên Mexmûrê pêwîste li ser vê yekê pêk bê.
Gelê me yê Mexmûrê ku bi zorê ji cih û warên wan hate kirin, li gel zor, zehmetî, çewisandin û zilmê dest ji nasnameya xwe, çanda xwe berneda, di nava çolê de avakirina jiyaneke hêjayî jiyînê bi ser xistin ku bûn parçeyek ji têkoşîna azadiyê, cihê wan yê di têkoşîna me de bê nîqaş e.
Ji bo çareseriya mayinde girîng e ku mafên gelê Kurd di nava hiqûqê de bêne naskirin, qenalên siyaseta demokratîk bêne vekirin, maf û azadî bêne ewlekirin. Vegera gelê Mexmûrê jî di van mercan de wê bi wate be. Ji bo vegera li welat pêk were, pêwîste zemînê siyasî, hiqûqî û civakî were avakirin, ne kesî û malbatî, vegera kolektîf di çarçoveya siyasî û hiqûqî de divê bê nirxandin. Gelê Mexmûrê ku mexdûrê şer e. Di heman demê de kirdeya Civaka Aştî û Demokrasiyê ne jî. Ez bi bawerim ku pêvajoya Civaka Aştî û Demokrasiyê bi serketî encambûyîn wê rêya vegera wan ya li ser xaka wan jî veke, di vê çarçoveyê de gelê me û konferansa we silav dikim.
Bi silav û hezkirinên min ên bê dawî.
Abdullah Ocalan”


