REQA – Lîga Dibistanên Reqayê, ku ji aliyê Nivîsgeha Çalakiyên Dibistanê ya Desteya Perwerdehiyê ve bi hevkariya Nivîsgeha Werzîşê ya Dibistanê ya Encumena Werzîşê ya Reqayê ve hate organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de di 1’ê Kanûnê de berdewam kir. Li meydanan pêşbirkek dijwar di navbera tîmên beşdar ên ji dibistanên gundewar û bajaran de çêbû.
Encamên Roja Duyemîn:
– Nivîsgeha Dibistanên El-Qehtaniyê:
• Cihê Yekem: Tîma El-Qehtaniyê
• Cihê Duyemîn: Tîma Hittin
• Cihê Sêyem: Tîma El-Ednaniyê
– Nivîsgeha Dibistanên Bajar (Qonaxa Amadekariyê):
• Cihê Yekem: Tîma El-Buhturî
• Cihê Duyemîn: Tîma El-Farabî
• Cihê Sêyem: Tîma Rebî’a El-Ruqî
Lîg bi beşdariyeke berfireh ji dibistanên gundewar û bajaran berdewam dike, tîm di gelek werzîşan de pêşbirkê dikin, di nav de: (futbol, basketbol, atletîzm, bisiklêt û satranc) hene.
Pêşbirkên lîgê dê heta 13’ê Kanûnê berdewam bikin, û bi festîvaleke werzîşê dê tîm û lîstikvanên serketî werin xelatkirin.



