WAN – Îro danê sibê, wesayîtek ku sê ciwan tê de bûn li ser rêya Colemêrg-Wan qelibî Bendava Zernekê.
Wesayîtek ku Rojhat Durgun (21), Cihat Durna (20), û Furkan Özdemir tê de bûn, li nêzîkî navçeya Payizava (Gürpınar) li ser rêya Colemêrg-Wan qelibî Bendava Zernekê. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê cenazeyên sê ciwanan derxistin.
Di meha borî de heft ciwanan di heman bendavê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek siyasetmedaran, di nav de parlamenterên Partiya DEM’e Pervin Buldan û Gülderen Varlı, bûyer û nebûna tedbîrên ku hatine girtin şermezar kirin.



