Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hakî Armanc: Hevalê Bawer Li Her Qada Ku Lê Ma Şopa Xwe Hişt

Edîtor: Axin Mahir Dicle
01/12/2025 - 12:28
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Hakî Armanc: Hevalê Bawer Li Her Qada Ku Lê Ma Şopa Xwe Hişt
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc qala berxwedan û jiyana têkoşînê ya fermandarê eyaletê Bawer Zîlan (Celal Avci) kir ku 27’ê Gulana 2020’î şehîd bû.

Hakî Armanc destpêkê sersaxî ji malbata Bawer Zîlan û tevahiya gelê Kurd re xwest û got, “Em di wê baweriyê de ne ku malbata hevalê Bawer û gelê me wê bi pêşengê doza azadiya Kurdistanê, bi şoreşger hevalê Bawer Zîlan serbilind bin. Ji bo doz û armanca wî, wê ji niha û pê ve jî têkoşîna azadiyê bimeşînin.

 

Hevalê Bawer ji fermandarên pêşeng ên gelekî hêja yên tevgera me bû. Li gelek qadan têkoşiya û li her qada ku têkoşiya bandor kir, şopa xwe hişt. Weke ku tê zanîn hevalê Bawer ji herêma Serhedê bû. Ji navçeya Patnos a Agiriyê bû. Di dîroka gelê me de herêma Serhedê xwedî cihekî girîng e. Gelê Serhedê li dijî dagirkeran her tim li ber xwe daye, ji ber ku li ser sînorê Bakur û Rojhilat e timî li polîtîkaya parçekirinê ya dijmin rast hat. Gelê me yê Serhedê jî li hemberî vê yekê her tim li ber xwe da. Em vê yekê ji berxwedana Agiriyê, ji berxwedana Geliyê Zîlanê zanin. Hevalê Bawer jî ewladê vê herêmê bû, bi berxwedana Çiyayê Agirî mezin bû û li ser vê bingehê hîn di temenê ciwantiyê de ji bo azadiya gel û welatê xwe kete nava lêgerîna azadiyê. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo dît. Ji xwe Rêber Apo dema ku dest bi meşa azadiyê kir ji bo birêxistinkirina civakê çû herêma Serhedê û civîn lidar xist. Di sala 1977’an de meşa azadiyê ya li Kurdistanê li herêma Serhedê da destpêkirin.

Gelê me yê Serhedê çawa ku di berxwedana çiyayê Agirî de, di berxwedana Geliyê Zîlanê de têkoşiya, tevlî berxwedana PKK’ê bû ya bi pêşengiya Rêber Apo hate meşandin. Bi sedan şehîd da, berdêl da. Malbat û derdora hevalê Bawer jî berdêl da. Li Patnosê bi gelek fermandar û şervanên leheng rabûn. Weke Jêhat, Serxwebûn, Serhat gelek heval şehîd ketin ku bi salan ji bo azadiya gelê Kurdistanê kar kirin. Hevalê Bawer jî yek ji wan lehengan bû. Di sala 1989’an de beriya tevlî nava refên gerîla bibe li zanîngehê dixwend. Destpêkê beşdarî nava karên ciwanan bû û ji eyaleta Serhedê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demeke kurt derbasî Başûr bû. Di sala 2001’ê de derbasî qada Dersimê bû. Wê demê li hemberî Rêber Apo komploya navneteweyî hatibû kirin. Dijmin dixwest di nava tevgera azadiyê de bêhêvîbûn, bêmoraliyê biafirîne. Di demeke bi vî rengî de hevalê Bawer berê xwe da Dersimê.

Çû Dersimê û li refên herî pêş li hemberî komplogeran û dijmin helwesta xwe nîşan da. Salên dûr û dirêj li Dersimê ma, ji sala 2001’ê heta payîza 2006’an li qada Dewrsimê ma. Di vê demê de Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an destpê kir. Weke hemû qadên Bakur li Dersimê jî beşdarî li vê pêngavê bû. Yek ji hevalên ku pêşengî ji pêngavê re kir, kedeke mezin da, tevlî pêvajoya amadekariyê bû û çalakî kir hevalê Bawer Zîlan bû. Kedeke mezin da, bi salan li Bakur li Dersimê bi coş, biryardarî û baweriyeke mezin kar kir. Di payîza 2006’an de li gel Sabrî Tendurek û komek ji hevalan derbasî Başûr, qada Heftanînê bû. Demekê li wir ma û em bi hev re beşdarî Konferansa 4’emîn a HPG’ê bûn. Hevalê Bawer li gel hevrêyên xwe di sohbetan de, di nîqaşan de nîşanî me dida ku asta wî çi ye.”

LI SERHEDÊ PÊŞENGÎ JI ÇALAKIYÊN SERKETÎ RE KIR

Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc anî ziman ku Bawer Zîlan ji ber ku salên dûr û dirêj li Dersimê ma di şer û gerîlatiyê de bû xwedî tecrûbeyên mezin û bi dewamî got, “Hevalê Bawer tecrûbeyên xwe her tim bi hevrêyên xwe re parve dikir. Demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma, di sala 2010’an de derbasî eyaleta Serhedê bû. Heta sala 2013’an li wir ma, piştre jî ji sala 2015’an heta 2018’an li eyaleta Serhedê ma. Hevalê Bawer Zîlan li eyaleta Serhedê di dema herî zehmet a şer de ma. Tevgera me li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî sala 2010’an li hemberî kiryarên hovane yên dewleta Tirk pêngavek da meşandin. Çalakiyên xurt û dewlemend hatin lidarxistin. Yek ji fermandarên ku pêşengî ji vê pêngavê re kir hevalê Bawer Zîlan bû.

Her wiha di sala 2015’an de piştî agirbesta çend salan dewleta Tirk li hemberî gelê me, li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê şerekî topyekûn da destpêkirin. Pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir ji aliyê dewleta Tirk ve hate xerakirin û êriaşn destpê kir. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û gelê me jî dest bi berxwedaneke mezin kirin. Ji sala 2015’an heta 2018’an di pêvajoyê de gelek çalakî hatin kirin, berxwedan hate nîşandan û lehengî çêbû. Yek ji eyaletên ku ev lehengî lê çêbû eyaleta Serhedê bû. Di van salan de yek ji fermandarên eyaleta Serhedê hevalê Bawer bû. Hevalê Bawer bi roleke pêşengiyê rabû. Tecrûbeyên xwe yên li Dersimê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi destxistî li eyaleta Serhedê xist pratîkê û salên dûr û dirêj kedeke mezin da. Bû xwedî pratîkeke serketî. Ji ber vê yekê şehadeta wî em gelekî êşand.”

KEDEKE GELEKÎ MEZIN DA

Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc got, “Em bi bîranînên hevalên xwe yên şehîd ên weke hevalê Bawer serbilind in. Em bi hevalên bi vî rengî yên leheng û pêşeng re man, bûn xwedî bîranînan. Hevalê Bawer di 27’ê Gulana 2020’î de di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk de şehîd bû. Bi salan li Bakukr ma, li Dersimê, li Serhedê, li Metînayê, li Xakurkê ma, fermandarî, şervanî kir, beşdarî gelek çalakiyan bû, pêşengî û koordîne jê re kir. Hêza dewleta Tirk têra hevalê Bawer nedikir. Di êrişeke hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.”

Fermandar Hakî Armanc di dawiya axaftina xwe de got, “Hevalê Bawer weke milîtanekî fedaî her kar kir. Ji ber vê yekê jî kedeke mezin da me hemûyan. Bi saya lehengên bi vî rengî îro doza azadiyê ya Kurdistanê mezin bûye, êdî bi milyonan mirov piştgiriyê didin vê dozê. Nasnameya Kurd û Kurdistan li qada navneteweyî jî tê naskirin. Ji ber vê yekê keda şehîdên me yên leheng gelekî zêde ye. Hevalê Bawer Zîlan li gelek qadan têkoşiya û gelek bîranîn ji me re hişt. Em ê jî dilsozê bîranîna hevrêyên şehîd ên weke hevalê Bawer Zîlan bin. Heta nefesa xwe ya dawî em ê li ser şopa wan bin û armancên wan tekez bi ser bixînin. Soz û biryardariya me ev e. Li ser vê bingehê di şexsê fermandarê hêja hevalê Bawer Zîlan de şehîdên Kurdistanê hemûyan em bi hurmet bi bîr tînin û soza dilsoziya bi bÎranîna wan dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Sê Ciwanan Li Ser Rêya Colemêrg-Wanê Jiyana Xwe Ji Dest Dan

Nivîsa Pêş

HPG NRÇ’ê, Şehîdên Sala 2024’an Bi Rêzdarî Bi Bîr Anî

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
HPG NRÇ’ê, Şehîdên Sala 2024’an Bi Rêzdarî Bi Bîr Anî

HPG NRÇ’ê, Şehîdên Sala 2024’an Bi Rêzdarî Bi Bîr Anî

Cejna Berxwedana Neteweyî Li Qadên Gerîla Bi Coş Hat Pîrozkirin

Cejna Berxwedana Neteweyî Li Qadên Gerîla Bi Coş Hat Pîrozkirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.