SILÊMANÎ – Konferansa ku li Silêmaniyê bi dirûşmeya “Sosyalîzma Demokratîk dê bi Ciwanên Rêxistinkirî Serkeftî Bibe” hate lidarxistin, dest pê kir. Konferans li Otêla Dawa û bi pêşengiya rêxistina Yesna hate lidarxistin. Armanca konferansê ew bû ku ji perspektîfa ciwanan ve pirsgirêkên ku ciwanên îro pê re rû bi rû dimînin binirxînin û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş bikin.
Bernameya konferansê wiha ye:
Xwendinek li ser dîroka Kurdan
Analîzek rexneyî ya neteweperwerî, nijadperestî û olperestî
Alternatîf û çareserî
Rola ciwan û jinan



