NAVENDA NÛÇEYAN – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoyê hatiye damezrandin, îro dê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re biçe Îmraliyê. Di nav şandeya komîsyonê de Cîgira Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Gulistan Kiliç Koçyiğit, Cîgirê Serokê MHP Feti Yıldız û endamê AKP’ê Huseyin Yayman hene. Hat ragihandin ku komîsyon dê di nav çend demjimêran de bi helîkopterê bigihîje Îmraliyê.
Endamên komîsyonê dê guh bidin Rêber Apo. Qeydên civînê dê 10 salan girtî bimînin.



