HUMS – Li taxa Muhacirîn a Humsê ku piraniya niştecihên wê Elewî ne, çeteyên bedewî yên girêdayî tevgera Colanî êrîşek li ser taxa El-Besal dane destpêkirin.
Li kolanan bi awayekî bêserûber sivîl tên gulebarankirin, serdegirtin li malan tê kirin û kargeh tên talankirin.
Hêzên mezin ên leşkerî û ewlehiyê ji hêzên El-Colanî (HTŞ) gihîştin taxên Muhacirîn û Ermeniyan ên Humusê. Di heman demê de, li gorî agahiyan, xanîyên li taxên Elewî hatine şewitandin û êrîş li dijî welatiyên Elewî hatine kirin.
Li bajarê Humsê ji saet 5’ê êvarê heta 5’ê sibê ya din qedexeya derketina derve hat ragihandin!
Li gorî agahiyan êrişêda ciwanek hat qetilkirin û 11 kes birîndar bûne.
Êrîşên çeteyan berdewam dike.



