KOBANÊ – Bi boneya salvegera 47’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), li gundên Qînê yê rojavayê Kobanê û gundê Qeremûx ê rojhilatê Kobanê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan şahiyan hatin lidarxistin.
Bi pêşengtiya TCŞ û YJC li navçeya Qînê şahiyekî hat lidarxistin. Şahî bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpêkir. Piştî wê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mûrat Kobanê axivî û diyar kir ku axa Kurdistanê bi saya fikirê Rêber Apo û tekoşîna PKK ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgar kirin. Her wiha, diyar kir ku gelê kurd bi Rêber Apo re ye û piştgiriyê banga Aştiyê û Civaka Demokratîk dike.
Piştî wê, şahî bi girtina dîlanên gelerî berdewam bû.
Li gundê Qeremûx gelê welatparêz kombû ji bo pîrozkirina salvgera PKK. Bi coş û moral dîlanên gelerî hatin girtin, û qadên gund bi sembolên tekoşîna azadiyê Kurdistanê hatin xemilandin.



