QAMIŞLO – Herêma Cizrê – Qamîşlo: Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya kampanyaya xwe ya “Kom Bibe” de li Qamîşloyê bi slogana “Bi Hevaltiya Komînal Bi Rêber Apo re Bijî” komxebatek lidar xist. Çalakî bi boneya 25’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hate lidarxistin.
Komxebat bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Axaftina vekirinê, ku li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan hate kirin, rola jinên ciwan û girîngiya rêxistinbûnê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de tekez kir.
Tundûtûjî û Çareseriyên Wê Hatin Gotûbêjkirin
Beşa yekem a komxebata du-beşî pirsgirêkên civakî yên li herêmê, bi taybetî tundiya li ser jinan, hat nîqaş kirin. Semînerek li ser paşxaneya dîrokî ya 25’ê Mijdarê û bandora tundiyê li ser civak, xweza û jiyanê hate pêşkêş kirin.
Beşa duyem li ser çareseriyan hat nîqaş kirin. Di vê çarçoveyê de niqaşên, li dijî tundiyê xwe parastin, hişyarkirina civakê, parastina nasnameya jinan û girîngiya têkoşîna rêxistinkirî hatin kirin. Beşdaran diyar kirin ku jin dikarin bi perwerde û rêxistinkirinê xwe bihêz bikin.
Bi vê awayî hat diyar kirin ku şoreşa rojava şoreşa jinê ye, ev pêvajo guhertin û gavên nû ber bi demokrasî, ber bi azadiyê ve avakir. Ji bo vê jî ya ku ji jinên ciwan tê xwestin, vegera xwe, vegera xwezaya xwe, vegera cewhera xwe ye.
Nîşandana fîlm û performansa karateyê
Di çarçoveya bernameya atolyeyê de, fîlmek hate nîşandan ku dîroka 25’ê Mijdarê, tundûtûjiya li ser jinan û nêrînên Rêber APO li ser vê mijarê vedihewîne.
Di dawiya çalakiyê de, performansa koma karateyê ya Desteya Werzîşê ya Ciwanan a Kantona Cîzrê ji hêla beşdaran ve bi balkêşî hate temaşekirin.
Komxebat bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.



