REQA- Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi dirûşma “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin” meşek ji bo mêran li dar xist.
Di meşê de bi sedan mêr, nûnerên sazî, meclisên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hêzên ewlehî yên kantonê amade bûn.
Li kantona Reqayê di meşê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran amade bûn.
Meşê ji pêş avahiya Meclisa Giştî ya Reqayê dest pê kir û gihaşt Qada Jinê. Li wir hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Reqayê Xedîm El Îdan axivî û diyar kir ku divê ew bi hev re civakeke demokratîk ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan ava bikin.
El Îdan di dawiyê de got: “Divê em mêr, bibin bendav û pireke xurt ji bo gihandina jinê ber bi aştî, azadî û demokrasiyê ve bibin.”


