Artêşa Îsraîlê îro li herêma Xefayîr a bajarokê Xan Erneba yê Quneytîrayê ji malbatekê 4 ciwan destgîr kirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, navên kesên hatine destgîrkirin ev in: Mihemed Mehmûd El Seyîd, Elî El Seyîd, Kînan El Seyîd û Mehmûd Ednan El Seyîd.
Heya niha tu daxuyanî der barê sedema destgîrkirin û aqûbeta her çar ciwanan de nehatin dayîn.



