NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ozgur Halk (Gelê Azad) li ser medyaya dijîtal dubare dest bi weşanê kir.
Yekem hejmara dijîtal a kovara ku ji Mijdara 1990’î ve weke weşaneke siyasî, teorîk û çandî tê weşandin, bi sernavê ‘’Serûbinbûnên herêmî û Pêvajoya Civaka Demokratîk’’ hate weşandin.
Di yekem hejmara kovara mehane de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo cih girt. Manîsfesto, weke heş beşan vi vîdeo û vezarkirinan hate pêşkêşkirin.
Her wiha di hejmara yekem de nivîsên têkildarî mijarên civaka demokratîk, neteweya demokratîk, sosyalîzm, azadiya jinan û ekolojiyê cih girtin û beşeke mezin a naverokan ji xebatên ku ji Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan hatine wergirtin, pêk tê.
Xwîner dikarin li ser platformên dijîtal Kovara Ozgur Halk bixwînin.



