NAVENDA NÛÇEYAN- Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma parlemanî ya partiya xwe de axivî û pêvajoya ku bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê dest pê kiriye nirxand.
Bahçelî got, “Tekane daxwaza me ew e ku her kes bi hestek berpirsiyariyê tevbigerin. Wekî ku em her tim dibêjin, her tişt ji bo Tirkiyeyê ye.”
Bahçelî got, “Komîsyon niha di qonaxa xwe ya dawî de ye,” û wiha domand, “Ji niha û pê ve, îhtîmal e ku şandeya ku dê biçe Îmraliyê were destnîşankirin. Divê nîqaşên li ser çûna Îmraliyê werin sekinandin. Ti wateya paşxistina serdana Îmraliyê tune. Ger kes nexwaze vê serdanê bike, ez ê sê hevalên xwe bi xwe re bibim. Ez ê dudilî nekim ku biçim Îmraliyê, û ez ê dudilî nekim ku li ser maseyekê rû bi rû bicivim. Ez ê bi baweriyek mêranî li çavên hevpeyivîna xwe binêrim.”



