NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Pênûsa Aryen Roni;
Şoreşa Jinan a Sedsala 21’an wekî Projeksiyonek Sêrbaziyê
Di dîrokê de hin ast hene, kêliyên guhertin û veguherînê ku ji cîhana xwe ya wate û hebûnê derbas dibin, ji projeksiyonek yekjimar derbas dibin û ber bi pirjimar ve diçin, û mora xwe li ser karakterê serdemekê dihêlin. Dema ku ev ast hevtayê xwe di bîr û rêwîtiya civakekê de dibînin, ew ji wê kêliya avakirinê ber bi hebûnek pir mezintir ve diçin, hebûnek ku pêşerojê dihundirîne, mezin dike û xwedî dike. Bi rastî, kevneşopiyek hezar salî, çandek kok û eslek heye ku ew hebûn hêza xwe jê digire, ku ew kêliya avakirinê jê tê xwedîkirin. Jin-Jiyan-Azadi jixwe ev taybetmenîyên kûrahiya wateyê û cudahiya felsefeyek e ku wateyê diafirîne, civakî dike û xwedî dike ji mejda xwe gîhandîye rewşa serkeftî. Ji sloganekê wêdetir, wê karakterek bi dest xistiye ku bi deh hezaran sal dîroka kevnar a Mezopotamyayê û çanda jindayikî xwedî dibe, karakterek di xwîna vê çandê de mezin dibe û tovên wê li çar alîyê cîhanê xwedî dike serxistîye. Jin-Jiyan-Azadi, ku wekî sloganek di hiş, giyan û dengê jinên ku di salên dijwar ên salên 2000’an de, dema ku çalakiyên jinan û rêxistinbuyînên jinan ên xweser bi evîn û hewldanek mezin hatin girêdan, bi jiyana xwe nasname û civaka xwe parastin, wek sloganek şikil girt, demek kurt de felsefeyek ku rêberiya têkoşîn û berxwedana rizgariya jinan a sedsala 21’an dikir, û karakterek da serdemê. Lê di cewhere xwe de, ew vegotina çand û şêwazek jiyanê bû ku bi deh hezaran salan dirêj dibe. Jin û Jiyan, bi deh hezaran salan bîranîn in ku bi heman an jî dişibin hev di gelek zimanên Aryen de têne bikar anîn. Afirandin û têgînkirina navekî nîşanî cîhana wateya civakekê dide. Cîhana wateyî ya wî zimanî ji hêla şêwaza jiyanê, têkiliyên civakî, çanda civakê ve bi kurtasî, cîh û dema wê şikil digire. Jiyan ew e ku di destên Jin, ked, hilberîn û avakirina civakê de şikil digire. Jiyan li dora jinan hatiye hunandin, û ji ber vê yekê, di hemî civakên ku xwezaya civakî bi xurtî û kûr tê jiyîn de, têgehên Jin-Jiyan, Zen-Zendegî (Farsî), Afret-Afirandin (Soranî), û Jen-Jena (Hewramî) rastiyekê nîşan didin. Jin ew in ku jiyanê ava dikin; civakê ava dikin, xwedî dikin û mezin dikin. Ji ber vê yekê, bi deh hezaran sal berê, jin û jiyan bi heman wate û têgînan hatine îfade kirin. Li kêleka Jin û Jiyan, peyva Azadî koka xwe ji heman wateyê digire. Ji hêla etîmolojîk ve, peyva A-ZaDi di Kurdî de bi wateya ku zayînê dibîne hatîye karanîn. E ku zayînê dibîne, tîne dinyayê û diafirîne jin e. Vegera bo dayikê û Azadî bi heman wateyê tên bikaranîn. Di civakên jindayîk de, jiyan bi hebûn û nasnameya jinan wate digire, di heman demê de lêgerîna azadiyê li dijî desthilatdarî û koletiyê, ku bi pêşkeftina serdestiya mêr re pêş ket, di nav zihniyeta jindayîk de jî hate xwestin. Em di peyva Sumerî “Amargi” de rastî tekezeke wisa tên. Amargi hem tê wateya vegera bo dayikê û hem jî azadiyê.
Di salên destpêkê yên pêşkeftina şaristaniya dewletê de, civakên ku bi bîr û hêza xwezaya civakî ve hatine stendin, rizgariya ji koletî û zilmê di vegera bo dayikê de dibînin. Ji ber vê yekê, pênaseya Rêber Apo ya “Jin-Jiyan-Azadi” wekî formuleke efsûnî ji hêza wê ya kûr a wateyê tê. Bi deh hezaran sal piştî jidayikbûn, mezinbûn û tepisandina vê kevneşopiyê ji aliyê serdestiya mêr ve, Rêber Apo Jin û Jiyan ji nû ve şîrove dike. Ew jiyana bedewiya xwedawenda dayikê wekî Jin û Jiyan, û rastiya jinan ku îro wekî encama manîpulasyon û operasyonên derûnî yên dijwar ên pergala serdestiya mêran wekî “Mirin” derdikeve holê, pênase dike. Di deh hezaran salên ku ji Jiyan ber bi Mirinê ve herikîne de, ew li pey xezîneya windabûyî di nav rûyê nenivîsandî, bindest û cudakirin yê dîroka jinan de ye, û ji wî cihê windabûyî Mezopotamya, ew careke din rûyê jin ê dîrokê ronî dike. Dema ku peyv ji yekjimar derbasî gerdûnî bibin, dema ku ji zimanê axaftvan vediguherin çalakiyê, ew heya wê astê hene ku di bîranînan de deng vedidin, bi rastiyên civakî re li hev dikin û hêza ku pêşerojê ava dike û inşa dike nîşan didin. Jin-Jiyan-Azadi qadeke hebûnê afirandiye ku hêza deh hezaran salan dihewîne, lê di heman demê de rêberiya têkoşînên jinan ên sedsala 21’an dike, felsefe û wateyê diafirîne. Me ev rastî di çalakiya jinan a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de ku her ku diçe zêde dibe dîtiye.
Veguherandina her aliyekî jiyanê bo qadeke şoreşgerî ya yekgirtî û holîstîk û berfirehkirina dînamîkên têkoşînê ji yên herî yekane bo yên gerdûnî divê armanca bingehîn a şoreşa jinan be
Me ev yek di serhildanên jinan de, ku piştî kuştina Jina Amini li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hemû beşên civakê, bi yek ruh û yek beden, ceriband. Me ev ji dengê jinên ku li Afganistanê li hember hovîtiya Talîbanê li ber xwe didan bihîst, me ev ji jinên li Hindistanê bihîst. Em niha dizanin ku ew dikare ji Ewropayê bigire heta Amerîkaya Latîn çi sinerjî û ‘jinerjiyê’ biafirîne. Me ezmûnek ji dilê Mezopotamyayê, ku di nav hezarsalan têkoşînên rizgariya jinan ên li hember serdestiya mêran de, ku bi felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ve hatiye vejandin û xurtkirin, bi dest xistiye û îro, me ew hêz bi dest xistiye ku hemû aliyên cîhanê, bi hemû reng û cudahîyên wê, di heman astê de yek bike.
Rêxistinkirina vê hêzê yek ji erkên herî girîng ên serdema me ye. Bi gelemperî sedsala 21’an wekî sedsala rizgarî û şoreşa jinan tê nirwandin. Çawa ku sedsala 19’an sedsala têkoşînên çînî û sedsala 20’an jî sedsala têkoşînên rizgariya neteweyî bû, biryardariya ku sedsala 21’an dê bibe sedsala têkoşîn û şoreşa jinan, biryardariyek e ku serdemê ronî dike. Ew ne tenê serdemê ronî dike, lê di heman demê de heqîqatek e ku gav bi gav pêk tê. Di vê sedsalê de, ku kuştina jinan di bin bandora hezaran salan a serdestiya mêran de qewimî ye, Rêber Apo dibêje, “Pergalê şansê reformê ji zû ve winda kiriye. Ya ku hewce ye ‘şoreşek jinan’ e ku di hemî warên civakî de were kirin.” Veguherandina her aliyê jiyanê bo qadeke şoreşgerî ya yekgirtî û holîstîk û berfirehkirina dînamîkên têkoşînê ji ya herî yekane ber bi ya gerdûnî divê armanca bingehîn a şoreşa jinan be. Divê bingeha zanistî ya vê şoreşê bi awayekî rast were destnîşankirin, her weha karakterê şoreşa jinan û têkoşînên jinan ên ku wê pêşengtîya wê bikin. Bandora zanistên civakî yên ku şoreşên sedsalên berê li ser wan têk çûn, an jî dema ku dihat fikirîn ku ew serketî bûne, di têkçûna wan de diyarker bû. Rexneya şoreşên sedsalên 19 û 20’an, ku analîza civakî li ser zanista pozîtîvîst û nêzîkatiya xwezayê li ser paradîgmayek mekanîstîk ava kirin, tecrubeyên ku divê ji bo şoreşa jinan a sedsala 21’an werin girtin in. Ji nû ve nirxandina zanistên civakî û pêşxistina têgihîştina zanista civakî ji kokê ve, di nav krîza paradîgmatîk a serdema me de, bi dînamîzma rizgariya jinan, dê bibe esase bingehîn a şoreşên sedsala 21’an be.
Di vê wateyê de, Jîneolojî ew zanist e ku şoreşa jinan a sedsala 21’an li ser wê ava bûye ye. Bi rêya sosyolojiya dîrokî, ji nû ve şîrovekirina gerdûn, cîhan, xweza, jin û mêran, ji nû ve nirxandin û ji nû ve sazkirina hemî warên jiyanê, ji nû ve nivîsandina dîroka winda ya jinan dîroka koletiyê ya nenivîsandî, wekî Rêber Apo got, û dîroka azadiyê ya li benda nivîsandinê pêşniyarkirina çareseriyan ji bo pirsgirêkên civakî yên gangren ên îroyîn û têkoşîna kûr a li dijî zayendperestiyê di hemî waran de diyar dike ku Jîneolojî dê çawa wekî bingehek ji bo şoreşa jinan xizmet bike. Felsefeya Jin-Jiyan-Azadî vê rihê damezrîner û rêxistinker, dîrokîbûn û civakîbûnê dihewîne. Ew deryayeke ji wateyan e ku xwedî hêz e ku mesafeya di navbera cih û deman de kurt bike. Rih, formula efsûnî şoreşa jinan a sedsala 21’an “Jin-Jiyan-Azadî” ye.



