DÊREZOR – Ciwanên şoreşger ên Dêrazorê, bi beşdarbûna nûnerên tevgerên ciwanan û jinan, rêxistinên civaka sivîl û endamên Komeleya Jinan a Zenobia, çalakiyekî bîranînê ji bo Şehîd Ronahî Amanos, ku hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bû, li dar xistin.
Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî vê yekê, hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Dêrazorê ji bo bîranina şehîdanaxaftinekî pêşkêş kir û behsa jiyan û têkoşîna Ronahî Amanos kir.
Di axaftinê de ev gotin hebûn:
“Me dilsoziya Şehîd Ronahî Amanos ji bo welatê xwe di lêdana dilê wê, gavên wê û şewqa çavên wê de dît. Me di jinekê de ku bê westan ji bo vegerandina nasnameya xwe ya windabûyî şer kir, esalet dît. Ew mînakek welatparêziyê ye ku hêjayî şervanên azadiya Kurd e ku xwîna xwe feda kirine. Ew mînakek hevaltiyê ye ku berxwedan û bedewiya wê cihê wê di dilê bi hezaran ciwanan de zexm kiriye. Ev di agirê nevemirî yê serhildanê de agirê sor e, û agirê wê dê dilê me ronî bike.”
Piştre nûnerek ji Komîteya Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftinekî pêşkêş kir û bal kişand ser têkoşîna Ronahî Amanos, xebata wê di nav civakê de û girîngiya nasnameya wê.
Bîranin bi pêxistina mûman ji hêla endamên tevgera ciwanan ên li Hecîn û malbatên şehîdan ve bi dawî bû.


