REQA –Çavkaniyên herêmî ragihand ku 2 birayên ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê Avan Mîro û Ebdulmutelib Mîro, dema ku ew ji bo qeydkirina li zanîngehê ber bi Şamê ve diçûn, winda bûn.
Li gorî malbata wan, her 2 bi sibehê bi basê derdora saet 11.00ˊan derketin û dema di ser rêya Reqayê re derbas dibin, bendeke kontrolê bi navê “Meidan” a nêzî 20 kîlometreyan ji bajêr dûr e basê disekinîne. Malbatê destnîşan kir ku benda kontrolê ya çeteyên “Emşat” e.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî, hûrgiliyên bûyerê ne diyar in, di heman demê de malbatê ji rayedarên pêwendîdar xwestiye ku destwerdanê bikin da ku çarenûsa her zarokên xwe bizanin û ewlehiya wan misoger bibe.



