HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta berdevka xwe Ronahî Amanos (Hêvî Hesen) merasîmeî bîranînê li hola Xabûr a bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan ciwan, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan û hêzên leşkerî amade bûn.
Merasîm bi deqayek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen Lusnak Kaferyan li ser jiyan û têkoşîna şehîd Ronahî axivî. Lusnak diyar kir ku şehîd Ronahî dengê jina azad bû û bi cesareta xwe peyama xwe gihand cîhanê. Lusnak anî ziman ku têkoşer Ronahî meşaleya ku rêya hevreyên xwe û jinên ciwan ên lêgerîvanên azadiyê ronî kir.
Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî di kesayeta şehîd Ronahî de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û soza domandina rêya şehîdan da. Dêrsim Hesekê got, şehîd Ronahî bi israr û baweriya bi dozê ve têkoşîn kir û bû nimuneya berxwedanê.
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Ronahî Amanos hat pêşandan. Di dawiyê de dayikên şehîdan mûm pêxistin.
Ronahî Amanos di 15’ê Mijdara 2024’an de li nexweşxaneya Şehîd Xebat ya bajarê Qamişloyê şehîd bû.



